Zîba li ber çavên xwendekaran kuşt

Li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê jineke bi navê Zîba Seyadî ya 27 salî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin.

12.03.2024, Sal - 11:05

Zîba li ber çavên xwendekaran kuşt
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, Zîba berî ku were kuştin bi çend rojan ji hevjînê xwe yê bi navê Celal Seyadî cuda bûye ku di heman demê de pimamê wê ye jî.

Piştî ku Zîba jê cuda bûye wî belaya xwe jê venekiriye û gefa kuştinê lê xwariye.

Ew li ber çavên xwendekaran da ber guleyan

Zîba li Taxa Emarê ya Urmiyeyê dema li kurseke dîzaynê bû li ber çavên xwendekarên din hatiye kuştin ku temenên hinekan ji wan jî biçûk e.

Hat zanîn ku Celal Seyadî dotmama xwe û hevjîna xwe ya berê daye ber guleyan.

Celal Seyadî piştî ku Zîba kuştiye reviyaye û heta niha jî nehatiye girtin.

Li hêla din, heta niha polîsên Urmiyeyê û aliyên pêwendîdar li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.

Derûnnas Sureya Enweriyê bi rêya hesabê xwe da zanîn ku Zîba berê ji bo tedawiyê çûye klînîka wê.

Zîbayê ji Sureyayê re gotiye ku Celal Seyadî wê li malê asê dike, telefona wê jê distîne û tewr nahêle bi malbata xwe re jî biaxive.

Derûnnas Sureya Enweriyê got, “Şeva borî dema bi min re axivî dîsa behsa tirsa xwe kir.”

Parêzerê Zibayê Mihemed Derwêşî jî da zanîn ku ji aliyê hevjînê wê û malbata hevjînê wê ve tade li Zîbayê dihat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:27:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x