Stranbêj Ebdilqadir Silêman koça dawî kir

Stranbêjê ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Ebdilqadir Silêman koça dawî kir.

04.09.2023, Pts - 11:12

Stranbêj Ebdilqadir Silêman koça dawî kir
Nuçe Belav bike

Ebdilqadir Silêman yek ji stranbêjên navdar ên Rojavayê Kurdistanê bû.

Gelek stranbêjên Kurd ku Şivan Perwer jî di nav wan de ye, stranên wî gotine.

Ebdilqadir Silêman ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ew beşdarî gelek şahiyên bûk û zavayên Kurd bûye û bi saz û dengê xwe dîlana keç û xortên Kurd xweş kiriye.

Ebdilqadir Silêman piştî ku sala 2011ê şerê navxwe yê Sûriyeyê dest pê kir, koçî bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê kiribû.

Ebdilqadir Silêman sala 1969an dest bi karê stranbêjiyê kir.

Ew ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê gotina stranên neteweyî yên Kurdî qedexe bû li rastî gelek zilm û zordariyan hat.

Stranbêjê ji Rojavayê Kurdistanê îro li nexweşxaneyeke Dihokê koça dawî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x