Ji Rosneft'ê bo Herêma Kurdistan 1 Milyar dolar

Hat ragihandin ku jiber rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Şirketa Rûsî de jibo nirxê girêbesta di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanya Rosneft'ê wê 1 milyar dolar bidin Kurdistanê.

08.11.2017, Çar - 10:59

Ji Rosneft'ê bo Herêma Kurdistan 1 Milyar dolar
Nuçe Belav bike

Serokê komîta diravî û karûbarên aborî di Perlemana Kurdistanê de Izzet Sabir ragihand, nirxê girêbesta di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanya Rosneft ya Rûsî de, 3 milyar dolar e.

Izzet Sabir got: "Herêma Kurdistan bizavan dike piraniya wan girêbestên di warê avakirina jêrxana abûriya Herêmê de hatine kirin, bicî bike."

Izzet zelal kir, li gorî rêketinê, dive di destpêkê de ew kompanî milyarek dolar bide Hewlêr ji bo deynên kompanya Dana Xaz ya Îmaratî bide û milyarê diwem, wê ji bo danîna hêla veguhestina xazê ji Herêma Kurdistanê heya bendera Ceyhan ya Tirkiyê bê terxankirin.

Her wiha wî parlemanterê di derbarê xerckirina milyarê sêyem jî got: Milyarê sêyem jî wê ji bo pêşxistina zeviyên petrola Avane, Bay Hesen, Mîran, Eyn Zale û Bacwan hatiye veqetandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:16:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x