“Proseya wergirtina genim ji cotkaran heta serê meha bê berdewam dibe”

Serokê Desteya Veberhênanê got ku proseya wergirtina genim ji cotkarên parêzgehan û îdareyên xweser dê heta 2ê meha bê berdewam be. Herwiha got jî, wan soz ji veberhênan birine ku piştî ku cotkar genimê xwe radestî wan bikin, yekser mafên xwe yên darayî werbigirin.

10.08.2023, Per - 11:19

“Proseya wergirtina genim ji cotkaran heta serê meha bê berdewam dibe”
Nuçe Belav bike

Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirsgirêka cotkarên parêzgeha Duhokê çareser kir, îro 10ê Tebaxa 2023an proseya wergiritina cotkarên Duhokê li sîloya Tiyanî ya rêya Duhok-Zaxo dest pê kir.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ligel cotkaran û veberhênan lihev kirin ku proseya wergirtina genim ji cotkaran heta 2ê Îlonê berdewam bike.”

Herwiha got: “Weke Desteya Veberhênanê, me soz ji veberhênan wergirtiye ku yekser mafê darayî yê cotkaran piştî radestkirina genim bidin.”

Serokê Desteya Veberhênanê da zanîn, wan bi veberhênan re lihev kirine ku hewl bidin hemû cotkarên ku genimê wan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye wergirtin, werbigirin.

Wezareta Bazirganî ya Iraqê îsal 500 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wergirt, bihayê her tonekê 850 hezar dînar bû.

Hikûmeta Iraqê nêzîkî 78 milyar dînar pereyên cotkarên Herêma Kurdistanê xerc kiriye. Beşek ji pereyê ji aliyê sîloyên Herêma Kurdistanê ve li ser cotyaran hatiye dabeşkirin û beşeke din jî ji ber temamnebûna rêkarên îdarî nehatiye dabeşkirin.

Ji ber biryara hikûmeta Iraqê, bireke mezin ya genimê cotkarên Herêma Kurdistanê li ber sîloyan man. Cotkarên parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê li dijî wernegirtina genimê xwe xwepêşandan kirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan komîteyek ava kir û du kompanyaya Qeywan li Silêmaniyê û kompanyaya Xoşnaw li Hewlêrê ji bo wergirtina genimê cotyaran destnîşan kirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar jî roja 6ê Tebaxê ligel nûnerên cotkarên xwepêşander ên Duhokê civiya û piştre biryar da ku li şûna Hewlêrê, genimê cotkarên Duhokê li navçeya Sêmêl bê wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:04:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x