Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê 750 milyar dînar xwestin

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Bexdayê xwest ku heta yasaya budceyê were qebûlkirin her meh bi deyn pereyan bide Herêma Kurdistanê.

08.01.2024, Pts - 05:58

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê 750 milyar dînar xwestin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şandeyê ji bo du mehan 750 milyar dînar deyn xwestiye da ku karibe mûçeyên karmendan ên du mehan bide wan.

Li aliyê din, Hikûmeta Îraqê ji Herêma Kurdistanê xwestiye ku deynên xwe yên berê bide û li ser dahata xwe ya petrolê raporeke bide Dîwana Çavdêriya Aborî ya Îraqê.

Şandeya ku ji Wezîrê Aboriyê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Umêd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm û Serokê Fermangeha Hevahengî û Lêkolînan Evdulrehîm Xesro pêk dihat roja şemiyê (06.01.2024) çûbû Bexdayê.

Berdevkê Wezareta Aboriyê ya Herêma Kurdistanê Huner Cemal ji Rûdawê re da zanîn ku ev şande bi Wezareta Aboriyê ya Îraqê û Lijneya Darayiyê ya Parlamentoya Îraqê re civiyaye.

Karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên 3 mehên dawiyê (Çiriya Pêşîn, Çiriya Paşîn, Kanûna Pêşîn-2023) wernegirtine û rewşa mûçeyên sala nû jî ne diyar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:52:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x