Serokwezîr Mesrûr Barzanî bendava Çemirgeyê vekir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîmekê de bendava Çemirgeyê li sinorê qezaya Quştepeyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê vekir.

25.06.2024, Sal - 15:45

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bendava Çemirgeyê vekir
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê seredana pişkên wê bendavê kir û paşî di gotinekê dê amaje da, “Di Kabîneya Nehê de giringiyeke zêde bi mijara parastina samanê avê û çêkirina bendav û pondan hatiye dan. Ji vî alî ve me çend piroje li seranserî Kurdistanê vekirine û em dê berdewam jî bin, ku bê goman dê feydeyekî zêde û cuda cuda hebe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Ew bendav ji aliyekî ve dikarin avê vebigirin, mimkin e ji bo meremên çandinê jî feydeyekî zêde jê bê wergirtin û herwesa hin caran jî bendavên mezin ji bo berhemanîna enerjiya karebê tên bikaranîn. Herwesa ji aliyê geştyarî jî ve bendav dîmenekî xweşik pêşkêşî deverê dikin û xelk demeke xweş lê derbaz dike. Ji aliyekî din jî ve bendav dikarin metirsiya çêbûna lehiyan û zirarên ku digehin erd û zeviyan jî kêm bikin.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Gelek giring e ku feyde ji ava sererd bê wergirtin û em ava binerd gelek bikar neyînin, ji ber ku mixabin gelek nemaye ku ava binerd bi rêjeyeke metirsîdar biçe xwarê.” Herwesa got, “Samanê avê û samanên din jî yên xweriskî ne tenê yên me ne belkî yên nifşên paşerojê jî ne, lewma divê em wan biparêzin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Me li dû bernameya hikûmetê kar kiriye ku em bi baştirîn awa feydeyî ji samanê avê werbigirin. Cihê dilxweşiyê ye ku bendava Çemirgeyê temam bûye û li gelek cihên din jî bendav hene ku dê temam bibin û hin ji wan jî temam bûne û çêkirina bendavan dê berdewam be, ji bo ku bi awayekî zanistî feyde ji samanê avê bê wergirtin.”

Bendava Çemirgeyê bi gojimê çar milyar û sê sed milyon dînaran, li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi şiyan û şarezahiyên navxweyî û li dû pîver û standardên cîhanî, hatiye çêkirin. Bilindahiya wê bendavê 17.5 metr û dirêjahiya wê 262 metr û paniya wê jî ji aliyê serî ve 8 metr in.

 

Vî nûçeyê tevayî: 99 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:54:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x