Buldan û Sancar ji HDPyê îstîfa kir

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Pervîn Buldan û Sancar ji partiya xwe îstîfa kir û derbasî Partiya Çepên Kesk (YSP) bûn.

06.09.2023, Çar - 07:26

Buldan û Sancar ji HDPyê îstîfa kir
Nuçe Belav bike

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan bi fermî ji partiya xwe îstîfa kir û derbasî Partiya Çepên Kesk (YSP) bûn.

Piştî ku Buldan û Sancar derbasî YSPyê bûn ti parlamenterekî HDPyê li ParlamentoyaTirkiyeyê nema.

Herwiha bi Buldan û Sancar re hejmara parlamenterên YSPyê li Parlamentoya Tirkiyeyê gihişt 57an.

Hevseroka berê ya HDPê Pervîn Buldan di hilbijartinên Gulana îsal de li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji lîsteya YSPyê hatibû hilbijartin.

Hevserokê Berê yê HDPyê Mêthat Sancar jî di heman hilbijartinan de li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji lîsteya YSPyê bûbû parlamenter.

27ê Tebaxê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di 4emîn kongreya awarte ya HDPyê de erkên xwe hevserokayetiya HDPyê radestî Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak kiribûn.

HDP di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi nav û logoya YSPyê beşdarî hilbijartinan bûbû.

HDP di wê kongreyê de hemû xebat û erkên xwe radestî YSPê kiribûn.

Herwiha YSP dê dawiya vê mehê kongreya xwe bike û hevserokên xwe yên nû hilbijêre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:27:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x