Daxistina Partiyên Siyasî Nayê Qebul Kirinê

Ji roja damezrandina dewleta Tirk heya îro gelek partiyên siyasî ji aliyên desthilata Tirkiyê ve hatine daxistinê, ku piraniya partiyên hanê jibo gelê Kurd azadî û ji Tirkiyê ra demokrasi xwestine.

20.03.2021, Cts - 13:32

Daxistina Partiyên Siyasî Nayê Qebul Kirinê
Nuçe Belav bike

Niha jî daxistina HDPê tê xwastinê.

Ev çend sal in ku hikumeta nijadperest a li ser hikum, bi berdewamî êrîşan dibe li ser gelê Kurd, bê navber operasyonên eskerî û siyasi dimeşine, hebûna gelê Kurd jibo xwe wek tehdit destnişan dike.

Koalîsyona AKP û MHPê di vê çarçoveyê da demek berê derbarê 4 partiyên Kurdistanê, ji bona, ku navê wan da bêjeyê Kurdistan heye û bernama xwe da statuyeka siyasî bo Kurdistanê daxwaz dikin, doza daxistina wan hatiye vekirin.

Şik tune ye ku ev dozên derbarê partiyên siyasi, dozên siyasî ne û perçeyek ji êrîşên giştî yên li dijê netewa Kurd in.

Daxistina partiyên siyasî di heman demê da binpê kirina prensibên hiquqa gerdunî û peymanên navnetewî ne, ku dewleta Tirkiyê jî îmze kiriye.

Li gor hiquqa navnetewî damezrandina partiyên siyasî bi mercekê pesna tundutijiyê nedin û dijminahiya ol, mezhep û neteweyek nekin azad e û mafe herkesê ye.

Daxistina partiyên siyasî derbeyeke mezin e jibo demokrasiye û her usa jî binpê kirina vîn û îradeya dengderên partiyên hanê ne.

Hikumeta AK Partî, ku ru bi ruyê qeyrana kur a aboriyê û pirsgirêken cîvakî û siyasî ye, bona parastina deshilata xwe êrîş dike li ser mafên mirov, gelek asteng derdixe pêşiya xebata partiyên opozîsyon û dezgeyên sîvîl. Rêvebir û endamên wan bi biryara dadigehên ku di bin qontrola hıkumatê da ne, têne girtin.

Vekirina doza daxistina HDP beşek e êrişên hanê a desthilata otoriter û dagirker e, ku roj bi roj pirtir dibe.

Heta anha li Tirkiyê 30yî zêdetir partiyên siyasi hatine girtin, lê girtina partiyan tu pirsgrekekî çareser nekiriye. Eksê wê, rewşa siyasi aloztir bû û îro bêtir ber bi xirabiyê ve diçe.

Daxistina partiyên siyasî kar û kiryarekê keyfî û bêhiquqiye û nayê qebul kirinê.

Çareserî di demokrasiyê da ye. Divê mafê xwe îfade kirinê û rêxistin kirinê bê qeyd û şert bê teqez kirinê. Siyaseta şer, erîşên dijê netewa Kurd bên rawestandin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd bi riya diyalog û aştiyê zemineke demokratik bê pêkanîn.

Wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, vekirina doza daxistina HDPê mehkum dikin û banga hemu hêzên hestyar dikin, ku li hember êrîşên xeternak û dijminane dengê xwe bilind bikin û pêgir bin li ser siyaseta legal û demokratik û berfirehkirina qada siyasî.

20 Adar 2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 798 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x