Dema kongreya awarte ya HDPyê diyar bû

Di civîna Encûmena Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryar hat dayîn ku kongreya awarte 27ê Tebaxa îsal bê lidarxistin.

07.08.2023, Pts - 13:42

Dema kongreya awarte ya HDPyê diyar bû
Nuçe Belav bike

Encûmena HDPyê îro li Enqereyê li navenda giştî ya partiyê bi rojeva "kongreya awarte" civiya.

Hevserokên Giştî yên HDPyê Mithat Sancar û Pervin Buldanê serokatiya civînê kir.

Di civîna Encûmena HDPyê de biryar hat dayîn ku kongreya awarte 27ê Tebaxa 2023yan, li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bê lidarxistin.

Herwiha di civînê de erk dan Lijneya Rêveberiya Navendî da ku amadekeriyên kongreya awarte bike.

Mithat Sancar beriya civînê diyar kiribû ku dê HDP bimîne lê dê kar û xebatên xwe bi rêya Partiya Çepên Kesk (YSP) bi rê ve bibin.

Biryar e kongreya YSPyê jî dawiya meha îlonê were lidarxistin navê wê were guherandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 355 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:05:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x