HDP: Em pir xemgîn in!

Li navçeya Colemêrgê ya bi navê Geverê, wextê ku Nurcan Karakaya bi trempêla xwe di rê re çû, bombeyeke ku li ber rê hatibû bicihkirin, teqiya. Di encama teqînê de Nurcan Karakaya û zaroka wê ya 11 mehî jiyana xwe ji dest dan.

01.08.2018, Çar - 09:24

HDP: Em pir xemgîn in!
Nuçe Belav bike

Di derbarê vê bûyerê de ji HDPê daxuyaniyek hat: “Em gelekî xemgîn in. Duh li navçeya Colemêrgê ya bi navê Geverê, ji ber teqînê dayîkek û zaroka wê jiyana xwe ji dest dane. Em ji dayîk û zaroka wê re rehmetê û ji nas malbata wan re sersaxî û sebrê dixwazin. Em êrîşên wiha bi tu şiklî qebûl nakin û şermezar dikin. Ji ber vê yekê, di destpêkê de divê siyasetmedar û her kes berpirsiyariya xwe bîne cih û divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x