HDP: Hevdîtinên bi Ocalan re dê gavên baş bixwe re bîne

Hevserokên HDPê Perwîn Buldan û Sezaî Temellî ragihand, çalakiyên greva birçîbûnê gihîştin encama xwe, lê berxwedana aştî û demokrasiyê dê berdewam be.

27.05.2019, Pts - 08:37

HDP: Hevdîtinên bi Ocalan re dê gavên baş bixwe re bîne
Nuçe Belav bike

Hevserokên HDPê Perwîn Buldan û Temel Sezaî di daxuyaniyekê de got: Çalakî gihîşt encama xwe, hevdîtinên parêzeran bi Rêberê PKKê Abdulah Ocalan re, gavên baş dê bixwe re bîne.

Di daxuyaniya de hat gotin, pêwîst e Tirkiye gavên yasayî ji bo çareserkirina pirsa Kurd û demokrasiyê bavêje.

Buldan û Sezayî Temelî diyar kir, wan di vê berxwedana grevên birçîbûnê de berdêlên giran dane, lê riya binpêkirina yasayan hate girtin.

Hevserokên HDPê dibêjin: Ewê tekoşîna xwe ya siyaseta demokratîk û aştiyane li her derê bilind bikin û bang li saziyên tenduristî kirin da ku xwedî çalakvanan derkevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:14:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x