HDPê êrîşa li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê şermezar kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê êrîşa li Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir ku tê de 2 jê berpirsên Rêveberiya Xweser 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û berpirsek din jî birîndar bibû. HDP dibêje “Em ji bo demildest rawestandina van suîkastên ku li pêş çavê hemû cîhanê pêk tên banga hestiyariyê li raya giştî ya cîhanê dikin.”

20.06.2023, Sal - 18:18

HDPê êrîşa li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an demjimêrên berî nîvro droneke Artêşa Tirkiyê otomobîlek li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandorê yên ser bi Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê ve bombebaran kir.

Di encama vê êrîşa Tirkiyê de hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û şofêrê otomobîlê Firat Tûma canê xwe ji dest dan. Herwiha hevserokê Encûmena Herêma Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû.

Vê êrîşa Tirkiyê karvedan li pey xwe anîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê êrîşa Tirkiyê şermezar kir û ji bo demildest rawestandina van êrîşan bang li raya giştî ya cîhanê kir.

HDP dibêje “Em êrîşa bombeyî ya îro ya li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Lîma Derwêş û Firat Tûma şermezar dikin ku yek ji rêze kuştinên dawî ye û îradeya gelê rojava kiriye armanc. Em ji bo demildest rawestandina van suîkastên ku li pêş çavê hemû cîhanê pêktên banga hestiyariyê li raya giştî ya cîhanê dikin.”

Li gorî çavkaniyên herêmî ku ji Rûdawê re ragihandinbûn bombebaran roja Sêşemê derdora saet 11:30an de pêk hatiye. Derbarê êrîşê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandibû, otomobîleke Rêveberiya Xweser li ser rêya gundê Til Şeîr ê ser bi bajarê Qamişlo ve ji aliyê droneke Tirkiyê ve hat armanckirin û “di encamê de 3 kadroyên Rêveberiya Xweser hatin kuştin ku di nava wan de kesekî berpirs heye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:01:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x