HSD operasyona xwe li Dêrazorê rawestand

HSDê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Kobanê û Girê Spî, operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê bi awayekî demkî rawestand.

01.11.2018, Per - 05:50

HSD operasyona xwe li Dêrazorê rawestand
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragehand, êrîşên Tirkiyê li ser Kobanê û Girê Spî piştevaniyeke temam ji DAIŞê re ye û êrîşên Tirkiyê hiştiye ku operasyonên wan li devera Hecîn li rojhilatê çemê Firatê li parêzgeha Dêrazorê ji bo demekê werin rawstandin.

HSDê di daxuyaniya xwe de da zanîn, ew amade ne beramber li her êrîşekê û di nava wan de êrîşên Tirkiyê rawestin.

Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir, êrîşên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê rawestîne.

Du roj in, Artêşa Tirkiyê baregehên YPG li bajarên Kobanê û Girê Sipî li Rojavayê Kurdistanê topbaran dike û li gorî zanyariyan, heya niha di encamê de 2 şervanên YPGê canê xwe jidest dane.

Fermandariya Giştî ya HSDê berî çend demjimêran ragihandibû, ji mafê wan e bersiva êrîşên dewleta Tirkiyê bidin û îro jî otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê jinav biribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x