Li ser gotinên derbarê Ocalan û Kurdistanê de dijî parlamenterê YSPyê lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber gotinên derbarê Kurdistan û Abdullah Ocalan de li dijî Parlamenterê YSPyê Omer Ocalan lêpirsîn da destpêkirin

30.09.2023, Cts - 07:37

Li ser gotinên derbarê Ocalan û Kurdistanê de dijî parlamenterê YSPyê lêpirsîn hat destpêkirin
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Rihayê Omer Ocalan doh li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê beşdarî çalakiyekê bû û di wê çalakiyê de derbarê azadkirina rêbeberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan û Kurdistanê de axivî.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê heman rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber wan gotinan derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Parlamenterê Serdema 28emîn Omer Ocalan beşdarî bernameyeke bi navê `Em Ligel Malbatên Xwe Jiyana Bi Rêxistin û Azad Mezin Dikin` bûye û gotiye,`Em ji bo azadkirina Abdullah Ocalan têkoşînê dikin. Têkoşîna me heta ku birêz Ocalan û Kurdistan azad bibe dê berdewam bike.`

Ev gotinên wî hatine destnîşan kirin û di hinek sîteyên nûçeyan de belav bûne.

Gotinên ku hatine kirin wekî tawan hatine nirxandin û derbarê parlamenterê navborî de ji aliyê Serdozgeriya me ya Komarê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Li ser lêpirsînê Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha bersiv da:

“Li ser her gotina me fezleke amadekirin û lêpirsîn vekirin dê pergala hiqûqî ya li welêt mezin neke.

Êrîşên sîstematîk ên li ser me û gelê me wê encam nedin.

Wekî malbata Abdullah Ocalan em ti agahî jê wernagirin.

Em nizanin tendirustî û ewlehiya wî çawa ye. Ev 30 meh in ti hevdîtin çênebûne.

25 sal in tecrîd bi giranî didome. Ez dê li her derê behsa vê rewşê bikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:47:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x