Namzetên hevserokatiya HDPê diyar bûn

Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê 27ê Tebaxê were lidarxistin. Namzetên hevserokatiyê yên ku dê di vê kongreyê de bibin namzet diyar bûn.

26.08.2023, Cts - 07:01

Namzetên hevserokatiya HDPê diyar bûn
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan namzetên hevserokatiya HDPê ne. HDP dê kongreya xwe ya awarte 27ê Tebaxê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê li dar bixe û di vê kongreyê hevserokên HDPê dê werin guhertin.

Hat ragihandin ku hevserokên niha Mîthat Sancar û Pervîn Buldan nabin namzet û bi biryara partiyê, Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak bibin namzetên hevserokatiyê.

Sultan Ozcan endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPyê ye û Cahît Kirkazak jî endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk (YSP) e.

Hat diyarkirin ku di kongreyê de dê rêziknameya partiyê jî biguhere û hejmara endamên Meclisa Partiyê bê kêmkirin. Li gorî vê yekê, hejmara endamên Meclisa Partiyê ku niha 100 kes e dê dakeve 50 kesî.

Sultan Ozcan sala 1965an li navçeya Develiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyê ji dayik bûye. Piştî ku 12 salan li Zanîngeha Çukurovayê karmendî kiriye dev ji karê xwe berdaye û di sektora taybet de xebitiye. Sultan Ozcanê gelek salan di sendîka û komeleyan de rêveberî kiriye.

Cahît Kirkazak, sala 1979an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Kocaeliyê beşa hiqûqê qedandiye. Kirkazak, parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Doza Kobaniyê ye. Wî demekê karmendiya hikûmî jî kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:59:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x