Parlementerê PDG'ê ya Semsûr'ê Behçet yildirim li Hatay'ê navçeya Hassa qeza kir.
Wesaîta Parlementerê Semsûr'ê ya PDG'ê Behçet Yildirim rêya di navbera Hassa-Entep'ê de ji kontrolê derket û wesayîtekî din xist. Yildirim bê birîn qeza derbaskir û şêwirmendê wî Firat bi sivik birîndarbû. Firat bi ambûlansê birin nexweşxaneya Kirikhan'ê.