Eslîxan Yildirim: Roja Kurdan Hiltê

Îro jî rewşeke mîna serê sedsala bihurî derketiye holê, li welatên derdora Kurdistan serûbinbûnek tê jiyandin û pir hişkere ye ku herêm wê şiklekî nû bistîne.

19.08.2020, Çar - 21:08

Eslîxan Yildirim: Roja Kurdan Hiltê
Nuçe Belav bike

Hin dem hene ku ji bo rewşa civatan pir girîng in û biryarên di van deman de tên dayîn bandorê li salên dûdirêj dike. Helbet biryar rast bin erêniya bi xwe re tîne, biryarê xelet jî xerabî û felaketa. Axilbe ji bo milletan heyamê pir dîrokî hene ku pêşeroja wan tayîn dike. Piştî Herba Yekemîn ya Dinyayê yek ji van dema bû ku qedera gelek milletan hate guhertin; di heman demê de pozisyona milletê Kurd jî kete qonaxeke din. Ji bo azadiya Kurdistan îmkan û derfetek mezin derketibû holê û Kurdan gelek tekoşîn kirin lê di encamê de Kurdistan bi felaketek mezin re rû bi rû ma, hat perçekirin û Kurd jî bi her awayî bi qirkirinê re rû bi rû man.

Îro jî rewşeke mîna serê sedsala bihurî derketiye holê, li welatên derdora Kurdistan serûbinbûnek tê jiyandin û pir hişkere ye ku herêm wê şiklekî nû bistîne. Di vê rewşê de Kurd û Kurdistan jî bi hewldan û biryarên xwe wê siberoja xwe diyar bikin. Loma, ji bo êşa sed salê buhurî ya ku Kurdan kişand dom neke, gerek her ferdekî Kurdan pir bi hişyarî rewşê bişopîne û bi zanebûn, bi biryar tekoşînê bike.

Li Başûr û Rojavayê Kurdistan hin destkeftin çêbûne û bingehên xurt hatine avêtin. Di roja îro de destek û piştgiriya dewletên bihêz yê wek Dewletên Yekbûyî yê Amerîka(DYA) û Fransa li pişta Kurdan heye. Ji ber şerê Kurdan ya li dijî DAÎŞê, li gelek welatan meyla raya giştî jî ketiye ser Kurdan. Axilbe van rojên dawî bi belabûna gotinên piştgiriyê yê namzetê serokkomarîya DYA yê Demokratan Joe Biden û şêwirmendê berê yê Ewlekariya Niştimanî ya DYAyê John Bolton dilxweşiyek li nav xelkê Kurd belav bûye û hêviya wan ya azadiyê zêdetir bûye. Di heman demê de piştgiriya ji aliyê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, ji gelek akademisyen û dîplomatên dewletên cuda cuda hene. Em wek xelkê Kurd spasdarên van nêzîktêdayînên erênî ne. Helbet di van rojê teng de ev alîkarî û destgirtin wê tu carî ji aliyê Kurdan ve neyê jibîrkirin û ev wê bibin bingeh ji têkiliyên dostanî û berfirehtir ji yê pêşerojê re.

Em karin bêjin ku tu wexta Kurd ewqasî di qada navnetewî de cih negirtine. Roja Kurdan hilatiye û bi kedek mezin ber bi azadiya xwe ve gava tavêjin. Bêgûman bêyî ku têkili bi qadên navnetewî re hebe tu millet, tu dewlet nikare hebûna xwe dom bike. Lê wek hertim, ji aliyê neyarên Kurdan ve tê xwestin ku potansiyela berxwedana Kurdan di qadek teng de bê fetisandin û bertekiyê tund nîşan didin li hember gotinên herî biçûk yê di qada navnetewî de ku behsa heqqê Kurdan dikin. Loma çi ferdê Kurdan ku heye, yê li welêt û li dervî welêt gerek em bi baldarî pêvajoyê bişopînin, ji hemû roja zêdetir em têkiliyan berfirehtir û biqewettir bikin.

Wekî din, di muxalefeta siyaseta li Tirkiyê ji rayedarên CHP bigrin heya bi partiyên ku nû ava bûne mîna ya Ahmet Dawûdoglu û Alî Babacan, piraya wan behsa Kurdan û heqqê wan dikin û sozan ji wan re didin. Ma qey hîn jî em ê bi du gotinên xweş bixapin û em ê bibin alet ji hilbijartinan re. Ev sed sal in ji bo aşîtî û hevkariyê li Tirkiyê çi ji Kurdan hatiye kirine, lê tu alî û şeqsê ku soz dan, piştî hatin ser hukum li ser gotinên xwe nesekinîn û ji yê berî xwe xerabtir tevgeriyan. Pergala dewletê li ser tunebûna Kurdan hatiye avakirin, çi kesê ku bixwaze hin gavan bavêjin jî di wê çerxê de vediguhere. Loma hêvî nemaye û tenê li ser gotinan nema hewceyî bi ceribandinê heye. Heya li ser navê Kurdan nivîskî peyman bi dewletê re neyên girêdan, tu taqeta Kurdan ku li benda niyeta bimîne nemaye. Di vir de wezîfeyê girîng dikeve ser milê xelk û siyasetmedarên Kurd; ev heyam ne heyama gotinên li hewa ye, bes e xapandinên bi vî awayî, roj roja qeyd û bendên nivîskî ye, roja hebûna bi hêzê ye. Ne ku li ser navê xwe û bi qeweta xwe mirov tevbigere serkeftin tuneye, dîroka me tije xelitiyên bi vî hawî ne.

Di heyama Peymana Lozan de jî Kurdan xwe sipart gotinên rayedarên dewletê. Bi sedan belgeyan de tê dîtin ku dihat gotin; Kurd û Tirk bira ne, em ê dewletekê li ser bingeha wekheviyê ava bikin. Dewleta Osmanî hatibû rûxandin û li ser bi dehan dewlet dihat avakirin, lê rêberên Kurdan digotin; di van rojên teng de gerek em dev ji Osmaniyan bernedin. Ji Qersê heya bi Îskenderûnê ê ku sînor parastin Kurd bûn. Lê dema dewlet ava bû û pê de, Kurd man di devê tivingê de. Navê tekoşîna Kurdan ya li hember biyaniyan kirin Şerê Xelasiyê(Kurtuluş Şavaşı). Hilat dahat gotin ku, Kurd tunene, zimanekî bi navê Kurdî tuneye; Kurd hatin qirkirin, hatin talankirin, hatin koçberkirin, welatê wan hatin şewitandin… Di vê heyamê de ku mînaka wê li tu dera dinyayê tuneye, hîn jî Kurd ku nêzî pêncî milyonî ne nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Heya kengî em ê bi vê şermê bijîn.

Kurd hertim ji bo avakirinê tevgeriyane, ne ji bo xerakirinê û ne tenê ji bo menfeeta xwe jiyane; ev karaktera Kurdan bi çandek hezarsalan ji wan re maye. Erdê wan ya bi ber û bereket hebû, roj bi roj insanetî bi pêş dixistin û bingeheke medeniyetê ava dikirin. Medeniyet incex bi qaîde û pergalê mirovane dikare bê meşandin, lê komên birçî û hov êrîş dianîn ser wan û ew danheva bi sedsalan tar û mar dikirin. Ji dîrokê bi dehan bi sedan mînaka em karin bidin. Zirarên ku bi êrîşên mîna Cengîz û Tîmûrleng gihaye insaniyetê pir hişkere ye. Êrîşên îro jî bi heman mejîyî têne meşandin, li ser talankirin û wêrankirinê.

Ji aliyê din ve Kurdan bi kê re hevkarî danîbe, bi wan re xayîn neketine û her bûne alîkar ji derdora xwe re. Helbet xelitî û kêmanî jî çêbûne, lê dema mirov bi gelemperî li rewşê dinere û li gora heyamê, wan û yê dora wan li ber hev dixe, ferqek berbiçav tê xuyakirin. Heya bi roja me, wek mînaka Kobanê, Kurdan bi îmkanê herî kêm sênga xwe dane ber tenq û topan û li hember hovitiyê bi mêranî û mêrxasî şer kirine. Di gel hemû rewşê xerab de bi bêsekin berxwedana wan ya sed salê dawî jî didin xuyakirin ku li hember neheqiyê tu carî serî danaynin. Lê ku tê ser danûstendinên ser masayan, zû ji derdora xwe yeqîn dikin û tên xapandin.

Dibe ku normên vê heyamê ne li gor kesayetiya Kurdan be, lê ji bo karibin li ser bingeha wê dinyaya ku mirovatî li pêş dixistin gavê nû bavêjin, berî her tiştî hewce ye li ser linga bimînin. Em hatine wê radeyê ku em nema karin bi zimanê xwe biaxivin, çanda me tevde hatiye dizîn, dîroka me serûbinî hev hatiye kirin. Lehengê me bi navê terorîstan, zanayên me bi navê cahilan datînin ber me û bi hezaran yê li pêşiya navê wan prof. hene ku tu eleqeya wan bi ilm tuneye dikin rêberê civatê. Di van rojê ku ber Kurdan vebûye û axilbe teknîk gelek îmkana dide, em karin xebatê berfireh bikin û terorîstê teqez, navilmdarê hundirvala raxînin ber çavan.

Ya herî muhîm, gerek em di ferqê de bin ku piştî evqas şer û kaosa li derdora me heye, lihevhatin û peymanên navnetewî wê çêbibin û ew xalên di peymanan de bi dehsalan wê di meriyetê de bin. Loma, ji bo Kurd li ser welatê xwe bibin xwedî gotin, di civînên navnetewî yê li ser Kurdistan gerek Kurd xwe temsîl bikin, wek heyama Lozanê xwe nespêrin tu kesî. Ji bo vê jî, amadekirin û xwe gihandina dîplomatên Kurd, haydarbûna ji her civîn û tevgeran hewce dike. Her çiqas di qadên şer û tekoşînan de biserketin hebin jî, dema li ser maseyên peymanan Kurd xwe temsîl nekin û mafê xwe neparêzin wê keda wan cihê xwe negire.

Her wek ku em dibînin, ji aliyê dewletên ku Kurdistan dagir kirine gelek provakasyon, dek û dolab jî têne meşandin da ku di nav hêzên Kurdan de nakokiyan derxînin. Li hember vana hewce ye em tevde gelekî şiyar bin û nema bên van lîstikan. Axilbe berpirsyarî ya rayedaran in û em li hêviya wan in ku hertim zimanê yekitiya Kurdan bikar bînin. Kurd îro li gelek welatan bela bûne, ji ber ku 2-3 nesil di ser re derbas bûye piraya wan bi zimanan zanin, ê ku xwedî cihên girîng in ne hindik in. Herkes ji aliyê xwe de dikare bixebite, bi riya medya civakî tevde karin xwe bigihînin hev û qeweta xwe bikin yek. Kurdistan bi her awayî xwedî bingehek û dewlemendiyek bêhempa ye, xwedîlêderketin û bipêşxistina wê xizmeta hemû insaniyetê ye.

Eslîxan Yildirim

Nivîskar-Dîroknas

19.08.2020

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 930 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:30:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x