Berf û baranê piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û berf dibare.

17.01.2024, Çar - 08:24

Berf û baranê piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe
Nuçe Belav bike

Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro danê sibehê hewa bi ewr e û danê êvarê dê baran û berf bibarin.

Her wiha li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê şilî ye.

Li hinek parêzgehan baran dibare û li parêzgehên bilind ên wekî herêma Serhedê jî berf dibare û ji bo aşûtê jî hişyarî hat dayîn.

Îro dê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê wiha be:

Erzerom: 2°C

Qers: 4°C

Meletî: 5°C

Wan: 7°C

Amed: 9°C

Dîlok: 9°C

Sêrt: 9°C

Riha: 11°C

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x