Ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê

Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, îro li parêzgehên Qers, Erdexan, Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.

23.01.2024, Sal - 07:23

Ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê, îro ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê ya di "asta zer" de da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, li parêzgehên Qers, Erdexan, Wan, Erzerom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê berf dibare.

Li parêzgehên Dêrsim, Erzingan, Çewlîg, Xarpêt, Amed, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Sêwaz û Mereşê jî baran dibare.

Pileya germê jî bi şevan dadikeve bin sifrê û bi roj jî li hinek bajaran heta 10-11 pileyan bilind dibe.

Pileya germê li bajarên wekî Qers û Erziromê bi şevan heta bin sifirê 6 pileyan dadikeve û bi roj jî li bajarên wekî Amed û Rihayê heta 10-11 pileyan bilind dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:21:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x