Ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayin

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 9 parêzgehên Tirkiyeyê hişyariya berfa zêde da.

26.01.2024, Cum - 07:01

Ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê îro li parêzgehên Xarpêt, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Wan, Erzingan, Dêrsim û Meletiyê berfeke zêde dibare û li 9 parêzgehên Tirkiyeyê jî bi heman rengî ye.

Herwiha hat ragihandin ku li parêzgehên Semsûr, Agirî, Amed, Erzirom, Dîlok, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Êlih û Erdexanê jî li gel berf û baranê dê bahoz jî hebe û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gel berfê bi taybetî jî demjimêrên êvarê ji ber cemedê dê çûnûhatina welatiyan jî zehmet bibe û saziyên pêwendîdar derbarê vê yekê de hişyarî dane.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê zêdeyî 3 roj in berf dibare û welatî di jiyana rojane de rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Li parêzgehên Wan, Bêdlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, doh ji ber berfê rêyên 381 gundan hatibûn girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:51:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x