Ji bo 5 bajarên Bakur hişyariya berf û baranê

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê barana gur û berf bibare û hişyarî da welatiyan.

26.03.2024, Sal - 10:01

Ji bo 5 bajarên Bakur hişyariya berf û baranê
Nuçe Belav bike

Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro demjimêrên sibehê li navçeyên Qileban û Elkê yên li rojhilatê Şirnexê û li navçeya Xisxêrê ya li rojhilatê Sêrtê berf dibare.

Li navçeyên Pasûr û Lîcê yên li bakurrojhilatê Amedê û li navçeyên Hezo û Sasonê yên li bakurê Êlihê berf û baran bi hev re dibare û li herêmên bilind berf tundtir dibe.

Li derdorên Mêrdînê, başûr û navenda Êlihê, li navçeyên Kercews, Qubîn, û Heskîfê, li rojavayê Şirnexê û navçeyên Basa, Cizîr, Silopî û Hezexê, li rojava û navenda Sêrtê û navçeyên Tîlo, Dihê, Kufra, Hewêl û Misircê barana gur dibare.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku ji bo egera lehî, ba, qeşa û aşûtê hişyar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:12:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x