Ji bo 7 parêzgehan hişyariya berf û baranê

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li parêzgehên Amed, Çewlîg, Mêrdîn, Êlih, Semsûr, Xarpêt û Rihayê baran û berf bibare.

09.03.2024, Cts - 07:10

Ji bo 7 parêzgehan hişyariya berf û baranê
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê îro demjimêrên nîvro li derdorên Amed û Çewlîgê, li rojavayê Mêrdînê, li bakurê Êlihê û li rojhilatê Semsûrê, Xarpêt û Rihayê barana gur dibare.

Şilî bi giştî wekî baranê dibare û bi daketina pileya germê re li herêmên ji hezar metreyî bilindtir dê berf û baran bi hev re bibare.

Ji welatiyan hat xwestin ku ji bo egera lehî û pirsgirêkên çûn û hatinê tedbîrên pêwîst wergirin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ya Şaxa Amedê jî doh ragihandibû ku îro dê baraneke zêde li parêzgehê bibare û divê li hemberî lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ya Şaxa Amedê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

AFADê dabû zanîn ku dê îro li parêzgehê baraneke zêde bibare û divê welatî li hemberî rabûna lehiyê hişyar bin û çûnûhatina xwe li gorî vê yekê bikin.

Li gorî daxuyaniya AFADê, li parêzgehê dê piştî nîvro barîna baranê dest pê bike û baran bi awayekî gur be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:37:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x