Li Tirkiyeyê baran kêm bû û li Bakurê Kurdistanê zêde bû

Li bajarên Tirkiyeyê meha Tebaxa 2023yan rêjeya baranê li gorî heman meha sala par ji sedî 60 kêm bûye. Herwiha li bajarên Bakurê Kurdistanê jî zêde bûye.

15.09.2023, Cum - 07:21

Li Tirkiyeyê baran kêm bû û li Bakurê Kurdistanê zêde bû
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê, “Rapora Baranê ya Tebaxa 2023yan” eşkere kir.

Li gor amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi giştî meha Tebaxê serê metreçargoşeyekê 6,4 kîlogram baran bariya.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, meha Tebaxa 2022yan serê metreçargoşeyekê 16,1 kîlogram baran bariyabû.

Di navbera salên 1991-2020î de di mehên Tebaxê de bi giştî serê metreçargoşeyekê rêjeya baranê 14,8 kîlogram bû.

Li gorî raporê sala 2023yan li bajarên Tirkiya û Bakurê Kurdistanê, bi giştî li ber sala para baran ji sedî 57 û di meha Tebaxê de jî ji sedî 60 kêm bûye.

Li Bakurê Kurdistanê baran zêde bû

Li bajarên Riha, Amed, Dîlok, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Êlih, Semsûr û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê bi giştî meha Tebaxa 2023yan rêjeya baranê li ber heman meha sala par ji sedî 78 zêde bû.

Li bajarên wekî Erzirom, Erzîngan, Qers, Erdexan, Agirî, Îdir û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî meha Tebaxa 2023an serê metreçargoşeyekê 7,4 kîlogram baran bariya.

Sala par heman mehê serê metre çargoşeyekê 3,4 kîlogram baran bariyabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:46:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x