Wêneyên qurbanîdan û berevaniya Pêşmerge li Kongresa Amerîkayê tên pêşandan

Tabloyên Hunermend Yûnis Mihemed ku li ser mêrxasî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li zincîreyeke pêşangehan li Amerîkayê tên pêşandan, her wiha dê li avahiya Kongressa Amerîkayê jî werin pêşandan.

19.06.2023, Pts - 10:00

Wêneyên qurbanîdan û berevaniya Pêşmerge li Kongresa Amerîkayê tên pêşandan
Nuçe Belav bike

Pêşangeh ji sê beşên cuda pêk tê: Berevanî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, jiyan û dîroka gelê Kurd û Kurdistanê û her wiha rewşa birîndarên şerê DAIŞê.

Pêşangeh dê rojên Pêncşem û Îniyê li Nashville, Tennessee ji demjimêr 10.00 heta 16.00 were lidarxistin.

Nashville ku wek “Kurdistana Biçûk” tê naskirin, hejmareke mezin a penaberên kurd lê dijîn û tê çaverêkirin ku di pêşerojê de bibe destexwişka Hewlêra paytext.

Li gor plansaziyê, pêşangeh dê roja 28ê vê mehê li avahiya Kongressa Amerîkayê li Washingtonê were lidarxistin û biryar e 8 demjimêran berdewam bike.

Ji bo cara duyemîn e pêşangeha vî hunermendî li avahiya Kongressê tê vekirin.

Roja 29.06.2023an jî pêşangeheke hunermend Yûnis Mihemed li Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka tê vekirin.

Yûnis Mihemed li ser rûpela xwe ya facebookê wiha nivîsî: “Hêvîdar im ev kar ji bo her kesî bikêr be, bi taybetî Pêşmergeyên birîndar ên di şerê DAIŞê de ku cihê şanaziya tevahiya Kurdistanê ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x