369 zarokên ji bin kavilan hatine rizgarkirin bo malbatên wan hatin radestkirin

Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê ragihand ku ji hezar û 362 zarokên ku ji bin kavilên avahiyan hatine rizgarkirin, 369 ji wan piştî destnîşankirina nasnameyên wan bo malbatên wan hatine radestkirin.

14.02.2023, Sal - 07:23

369 zarokên ji bin kavilan hatine rizgarkirin bo malbatên wan hatin radestkirin
Nuçe Belav bike

Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê Derya Yanik li Nexweşxaneya Bajar a Enqerê serdana qurbaniyên erdheja 6ê Sibata 2023an kir û piştre daxuyaniyek da çapemeniyê.

Yanik ragihand li navçeyên erdhejê ji hezar û 362 zarokên ku bêyî bav dayik an jî kesûkarek xwe ji bin kavilan hatine rizgarkirin, nasnameyên wan 369 ji wan hatine destnîşankirin û bo malbatên wan hatine radestkirin.

Ev di demekê de ye berî niha hinek nûçe li ser medyaya civakî belav bibûn ku rêxistineke alîkariyê ya navdewletî derbarê wan zarokên ku bêyî kesek wan ji bin kavilan tên derxistin, karûxebatên radestkirinê dike û beşek ji wan zarokên ji bin kavilan tên derxistin jî , bo kesên biyanî tên radestkirin. Herwiha li ser medyaya civakî çend welatiyan digotin ku zarokên wan bi saxî ji bin kavilan hatine derxistin, lê winda ne.

Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê berî niha jî di daxuyaniyekê xwe de ragihandibû ku take saziya ku ji zarokên bê dayik û bav an kesûkarek xwe ji bin kavilan tên derxistin wezareta wan e û bi ti awayî ew zarok bo sazî yan kesekî din nayên radestkirin.

Roja Dûşemê 6ê Sibata 2023an navenda wê li Mereşê dû erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pileyên rîxterê çêbûn û li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heta niha bûye sedema mirina zêdeyî 31 hezar 643 kesan û birîndarbûna nêzîkî 100 hezar kesan. Karûxebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan di bin kavilan de berdewam in û amar her ku diçin zêde dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:57:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x