Li Bismilê di bin ewlehiya cendirmeyan de dirûn tê kirin

Li Bismila Amedê malbatên ku şerê hev kiribûn, di bin ewlehiya cendirmeyan de genim û cehên xwe didirûn.

20.06.2023, Sal - 18:24

Li Bismilê di bin ewlehiya cendirmeyan de dirûn tê kirin
Nuçe Belav bike

Di 15ê Hezîranê de li gundikên Şidada û Sari Huseyîn a ser gundê Melefiyata ji ber erdan di navbera malbatên Taş û Alyamaç de3 ku xal û xwarzên hev in şer derketibû.

Di şerê ser zeviyan de 9 kes hatibûn kuştin û 2 kes birîndar bibûn. Ji ber van bûyeran îro 3 kes hatin girtin.

Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane heta niha konê sersaxî dananîne.

Hêzên ewlehiyê li gundikên ku bûyer lê qewimî tedbîrên ewlehiyê yên tund wergirtine.

Di ketin û derketina gundan de otomobîl û mirov tên kontrolkirin. Tîmên cendirmeyan li der û dora gund hatine bicihkirin.

Hate dîtin ku li gund di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de dirûn tê kirin.

3 kes hatin girtin

Li aliyê din lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ya di derbarê bûyerê de berdewam dike.

Di çarçoveya lêpirsîna ku 3 dozger hatin erkdarkirin de 2 jê birîndar 10 kes hatibûn desteserkirin.

Piştî karûbarê yasayî yên li cendirmeyê ji 7 kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 3 kes hatin girtin û 4 kes hatin berdan. Her wiha ji bo girtina 16 kesên din jî xebat berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 431 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:52:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x