Mereş ber bi valabûnê ve dice

Di encama erdhejên Mereşê de li 10 bajarên ku 14 milyon kes lê dijiyan, 4 milyon mexdûran dest ji bajarên xwe berdan ku li Otogara Mereşê jî bênavber bi awayeke tije otobês welatiyan ji bajêr derdixin.

20.02.2023, Pts - 09:14

Mereş ber bi valabûnê ve dice
Nuçe Belav bike

Erdhejên bihêz ên Mereşê bûn sedem ku ji 40 hezarî zêdetir kes jiyana xwe ji dest bidin û bi hezaran xanî jî biruxin. Li ser vê yekê jî bi milyonan welatî dest ji bajarên xwe berdidin û ber bi jiyaneke nediyar ve koç dikin ku heta niha ji 350 hezarî zêdetir welatî ji Mereşa ku navenda erdhejê bû derketine.

Berpirsê Kompaniya Otobêsan Yûsûf Yaşar da zanîn: “Rojane 100 otobês ji otogara Mereşê derdikevin ku kêmzêde 5 hezar welatî tên veguhestin. Gelek kes jî bi otomobêlên xwe diçin. Otobês tije diçin û vala vedigerin. Gelek caran em pere jî ji wan nastînin. Bajar ber bi valabûnê ve diçe.”

Welatiyên ku mexdûrên erdhejê ne dibêjin ji bo wan gelek zehmet e ku dest ji bajarên xwe berdin lê ji neçarî diçin devereke ewletir ku di nava wan de kesên ji ber şer ji Sûrî hatibûn Mereşê jî hene.

Mexdûrê Sûrî got: “Emê biçin Edeneyê. Xaniyê ku em lê diman rûxiya, êdî em nikarin li vê derê bimînin. Em ji Sûriyê ji ber şer reviyabûn, niha jî ji erdhejê direvin.”

Mexdûrekî din dibêje: “Zarokên min 3 roj berê çûn Antalyayê û ez jî li gund cem birayê xwe dimam. Xaniyê me bi temamî ruxiya. Ezê jî niha biçim cem zarokên xwe.”

Mexdûreke din tekez dike: “Em hemû, emê rojekê vegerin. Niha ji neçarî diçin. Tikes naxwaze dest ji welatê xwe berde. Divê em ji bo perwerdehiya zarokên xwe çareyek bibînin.”

Welatiyên ku ji ber erdhejê ji neçarî ji Mereşê derdikevin dibêjin, xeyala wan ew e ku rojekê vegerin bajarê xwe ku bibînin bajar vegeriyaye ser rewşa asayî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:26:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x