Nêçîrvan Barzanî: Kar ji bo pêkanîna xewna Mîr Tehsîn Beg dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêwresma pêşwazîkirina li termê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg de gotarek pêşkêş kir û got: “Îro pêşwazî li termê mirovekî mezin dikin, ku Mîr Tehsîn Beg e, bi vê boneyê jî serxweşiyê li malbata Mîr û Civata Ruhanî û tevahiya Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikin.”

05.02.2019, Sal - 05:50

Nêçîrvan Barzanî: Kar ji bo pêkanîna xewna Mîr Tehsîn Beg dikin
Nuçe Belav bike

Herwiha got: “Mîr Tehsîn Beg koça dawiyê kir, lê xizmet û xebata Mîr zindî dimîne. Mîr kesekî çalak bû, bi sedema beşdariya di Şoreşa Îlonê û şoreşên Kurdistanê de, bi sedan Êzidî beşdarî di şoreşên Kurdistanê de kirin û ta niha Pêşmergeyên Êzidî di xebat û giyanê Kurdatiyê berdewam in.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Mîr Tehsîn Êzidî hana beşdariya di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de dida û Êzidî bi dirêjahiya dirokê erkê xwe yê niştimanî bicih anîne, ji ber ku parastina vê xakê beşek ji bîr û baweriyên ola Êzidiyan e.”

Got jî: “Parlemanter û nûnerên Êzidî li Palemantoya Kurdistan û Iraqê bi dilsozî kar bo xizmeta navçeyên Êzidî û Kurdistanê dikin û hewl didin bi hikûmet Iraqê re kar ji bo xizmeta Êzidiyan dikin.”

Herwiha behsa zor û stema DAIŞê li ser Kurdên Êzidî kir û got: “DAIŞê tawaneke gelekî dirinde li dijî xwişk û birayên Êzidî kir û 6417 kes revandin û 3542 jin û keçên revandî hatin rizgarkirin, lê mixabin hîna nêzîkî 3 hezar kes mane ku bêne rizgarkirin. Daxwaz ji hemû aliyan dikim hevkariya me bikin ji bo ew xwişk û birayên me yên di destê çekdarên DAIŞê de mane rizgar bikin û ta yek kes jî mabe jî nivîsgeha taybet a ji bo wê pirsê hatiye vekirin, vekirî dimîne.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê kir: “Bi hewl û qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman û rol û serperiştiya Serok Barzanî Şingal û navçeyên din ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û kar ji bo wê yekê dikin îdareyeke hêjayî wan navçeyan danin û ew jî xewn û hêviya Mîr Tehsîn Beg bû.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1065 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:09:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x