Serokê herêma Kurdistanê serxweşî li malbata Prof. Cemal Reşîd kir

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi peyamekê serxweşî li malbat û hevsera dîrokzanê kurd prof. Cemal Reşîd kir.

20.12.2016, Sal - 07:29

Serokê herêma Kurdistanê serxweşî li malbata Prof. Cemal Reşîd kir
Nuçe Belav bike

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi peyamekê serxweşî li malbat û hevsera dîrokzanê kurd prof. Cemal Reşîd kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê daxuyanî waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Dr Kurdistan Mukriyanî

Birêz malbata Profesor Cemal Reşîd

Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya koça dawî ya Profesor Cemal Reşîd, dîroknivîs û mamostayê zanîngehê gihîşt me, bi vê helkefta xemgîn ve serxweşî û hevxemiya xwe bi malbata we ya birêz û akademîst û dîroknivîsên Kurdistanê radigihînim.

Profesor Cemal Reşîd, wekî dîroknivîs û akademîst û xebatkar roleke xwe ya ber bi çav û bi bandor li parastin û saxkirin û nivîsîna dîroka neteweya xwe û nasandina wê bi nifşên nû yên Kurdistanê de û ew hemû kesên xwestine rastiyan di derbarê Kurd ve bizanin de hebûye. Ji destdana rêzdar ziyaneke mezine ji bo gelê me bi giştî û ji bo navendên lêkolîn û dîroknivîsan bi taybetî.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim, aramî û sebirê bi we û hevalên wî bibexşê û xwedê jê razî jî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûşta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

19.12.2016

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 2009 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:24:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x