Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar ragihand ku pêvojoya aştiyê berî salekê dest pê kiriye û haya Qendîlê ji banga Ocalan hebû.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê girêdayî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar doh li Amedê di konferansê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) de axivî.
Cengî Çandar derbarê pêvajoya nû û banga Ocalan diyar kir ku pêvajo berî salekê dest pê kiriye û gelek tişt hatine amdekirin û piştî wê gav hatine avêtin.
Çandar her wiha da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend rayêdarên din ên Herêma Kurdistanê wekî aktor di nav vê pêvajoyê de hene.
Cengîz Çandar wiha got:
“Vê pêvajo berî salekê dest pê kiriye. Gelek tişt hatine amdekirin, piştî ku pijiyane hinek gav hatin avêtin.
Wekî mîna 1ê Çiriya Pêşîn hatina Bahçelî û destgirtina wî ya bi parlamenterên DEM Partiyê.
“Berî bi mehan hinek tişt pijiyane”
Piştre 20ê Çiriya Pêşîn banga wî ya navdar û rûdanên piştî wê çêbûne.
Berî bi mehan hinek tişt pijiyane û piştre derketine holê. Piştî wê jî ew aktorên di nav vî karî de hene.
Di nav wan de Serokên Kurdan ên li Îraqê jî hene. PDKyî hene.
“Nêçîrvan Barzanî di nava vê pêvajoyê de ye”
Wekî mînak di serî de Nêçîrvan Barzanî heye. Wan dizanî çi heye û çi nîne.
Ji ber wê jî ev banga Ocalan a ku hatiye xwendin, ne cara yekê bû ku Qendîlê guhdar kir.
Haya Rayedarên PKKyê yên li Qendîlê ji vê bangê hebû.
Jixwe li bin nivîsê 25ê Sibatê dinivîse. DEM Partî 27ê Sibatê çûye Giravê û ev peyam aniye.
Bi ihtîmaleke mezin berî ku ev bang ji raya giştî re bê ragihandin Qendîlê dizanî.”