Selahattîn Demîrtaş li ser banga Ocalan got, "Erdogan, Bahçelî û Ocalan... Ji bo ku ev her sê serokên ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn, aştiya dîrokî ya Kurd-Tirk înîsiyatîf girtine serkeftî bin, ez dê zêdetirî ya ku ji destê min tê bikim."
Li malpera Gazete Duvarê nivîsa Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş hat parvekirin.
Selahattîn Demîrtaş di nivîsa xwe de wiha got:
"Devlet Bahçelî, Recep Tayyîp Erdogan û Abdullah Ocalan ên ku di navenda lêgerîna nû de ne, bi hatina meha Remezanê berê xwe yê yekem da.
Her yek ji wan ku hêzên nûnertiya beşên ku temsîl dikin in, hem kesên ku gelekî bi wan re bawer dikin hene, hem jî yên ku bawer nakin û nîgeran in jî.
Helbet sedemên maqûl ên her du aliyan jî hene, kes nikare vê yekê înkar bike. Zehmetiya aştiyê jî rast li vê derê ye; tenê bi pêvajoyeke ku piraniya civakê pê ewle be, pê bawer be û ji dil piştgiriyê bidiyê, mirov dikare bigihîje aştiya mayînde.
Zehmetiyeke din jî ew e ku komên berjewendiyên neteweyî, herêmî û cîhanî, ji ber tirsa windakirina her cure qezenc, rehetî û berjewendiyên xwe yên girêdayî şer, provokasyonan bikin.
Derbasbûna van zehmetiyan hêsan nebe jî ne ku negengaz e jî. Berî her tiştî, divê her kesê ku bawer dike bi aştiyê û dixwaze aştiyê, bi hemû niyeta xwe ya baş hewl bide ku van pirsgirêkan derbas bike.
Li vê derê, pirseke hêja dikare bê hişê mirov: "Temam, ez dixwazim hewla xwe bidim lê nizanim çi ye, çi tê xwestin."
Bira ez hewl bidim şirove bikim ka çi tê xwestin.
Şer, çek, tundî, teror, xwîn, hêsir, mirin û wêranî bila biqedin, ev tê xwestin birayên min, tev ev e. TÊ XWESTIN KU BIQEDIN! Bi şertê ku hemû bingeha pêwîst a hiqûqî û siyasî li ser bingeha Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) were avakirin."
"Divê tu pêşî bi xwe bawer bî"
Ji yên ku dibêjin "ev ji bo min ne bes e" ez dixwazim van bêjim:
- Birayê min ê hêja, eger kesên ku çek di destê wan de ne biryar daye ku şer biqedînin, tu tam ji çi aliyê vê yekê aciz î?
- Eger rê dê bi têkoşîna siyasî û sivîl berdewam bike, tu bi xwe ne bawerî? Eger tu bi çekên PKK an dewletê bawer bî û siyasetê bikî, helbet dê tu ji dawîhatina şer nîgeran bibî. Lê her şerek dawiya xwe heye, tu bi xwe amade bikî û ji bo piştgirîdana aştiyê, ya herî exlaqî û rast ev e.
- Eger tu dibêjî "Ez Kurd im, mafên min dê çi bibin?" divê tu pêşî bi xwe bawer bikî. Tu dê bi ezmûn û berhemên xwe, bi gelê xwe yê birêxistinkirî û siyasî bawer bikî. Tu dê bi fêmkirina ku rêya têkoşîna siyasî ne teslîmbûn, têkçûn an jî windakirin e, bi bawerbûnê li ser rêya xwe berdewam bikî.
- Eger tu Tirk î û ditirsî "eger li hemberî 'terorê' tawîz were dayîn, dê welatê min, dewleta min parçe bibe?" divê tu jî pêşî bi xwe û piştre bi birayê xwe yê hezarsalî Kurd bawer bikî. Eger dewlet bibe dewleta Kurdan jî û tu li kêleka Kurdên ku dê têkoşîna ji bo jiyaneke adil, wekhev û azad bi siyasetê, bi rêyên aştiyane bidomînin cih bigirî û destê wan bigirî, ne tenê parçebûn dê çênebe, divê tu bawer bikî ku em dê hemû bi hev re mezin bibin.
- Eger tu dudil î û dibêjî "Ma ev kar ew qasî hêsan e, ma tiştekî veşartî di binê de tune?" ez dixwazim ji te re jî vê bêjim birayê min: Ev kar ew qasî hêsan e. Lê ev "hêsaniya" jî ji bo bicihkirinê, xebat, hewldan û plankirineke cidî dixwaze.
- Çareserî hêsan e lê cidî ye. Cidî ye çimkî ev der Rojhilata Navîn e, hîn dest li ser tetikan in, hîn xwîn herikîn heye. Cidî ye çimkî mirin cidî ye û eger tiştekî ku ji mirinê cidîtir heye, ew jî jiyan e. Hewldana serwer kirina jiyanê ji van her du tiştên cidî, ne wekî ji derve xuya dike ewqas hêsan e.
"Ji aştiyê metirse"
Ji aştiyê, ji aştîbûnê netirse birayê min. Ji destê hev girtina Tirk û Kurdan, ji mezinkirina Tirkiyeyê netirse. Ji piştgirîdana her gavên ku dê herêmê ber bi aştiyê ve bibe, netirse.
Netirse ku em vê carê karibin dengan li çekan bibirin û siyasetê bidin axaftin. Bi têkoşîna siyasî em bi hev re xizanî, bêkarî, birçîbûn, bêedaletî û newekheviyê têk bibin.
Em bikin ku milyaran dolarên ku ji bo şer tên xerckirin, rasterast ji bo gel bên xerckirin. Em ji bîr nekin ku aşitî di heman demê de nan, xwarin û kar e jî.
"Ji bo serkeftina Erdogan, Bahçelî û Ocalan ya ku ji destê min tê ez dê bikim"
Erdogan, Bahçelî û Ocalan... Xwedê ji her yekî re jiyaneke dirêj û bi tenduristî bide, lê di qonaxa dawî ya jiyana xwe de, ez dê zêdetirî ya ku ji destê min tê bikim da ku ev her sê serokên ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn, aştiya dîrokî ya Kurd - Tirk înîsiyatîf girtine, serkeftî bin.
Eger tu dibêjî "Baş e, lê hilbijartin çi ye?" ew jî karê te, biryara te, îradeya te ye birayê min ê hêja. Tu gel î, biryara dawî tu didî. Îro kesek ji te naxwaze ku tu dengê xwe bidî Erdogan, Bahçelî an DEM Partiyê yan jî CHPyê, tê xwestin ku tu jî dilopa avê bidî dara aştiyê.
Ez naxwaz im ku birayê min ê lêşker ê ku li Gabarê nobedariyê dike jî bimire, birayê min ê heq ku li Qendîlê ye jî bimire. Bila her du alî dev ji gulebarankirina hevdû berdin. Pêşî bila em Tirk û Kurd, bi bîrhatiya hezar salan hevdû bi têrî hembêz bikin, ya paşê karê têkoşîna siyasî, karê siyasetmedaran e, karê me ye.
Bila ev meha Remezanê êdî aştiya mayînde, biratî û aramiyê bîne. Ji bo vê, bila em hemû li kêleka aştiyê bin.
Ez li kêleka aştiyê me, heya bi ser dikeve."