Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli li ser gotinên Bahçelî yên derbarê Ocalan de got, "Wekî HUDA PARê em piştgiriyê didin her gavên ku dê xizmeta aştiya civakî bike."
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.
Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Serkan Ramanli, diyar kir di demên dawî de hin îdia hene ku endamên MÎTê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne û got:
"Em texmîn nakin ku Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî bêyî ku bifikire aniye ziman."
Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî bi berdewamî di gotarên xwe de gefan li DEM Partiyê û parlamenterên wê dixwe û wan wekî "dûvelankên terorê" bi nav dike.
Destpêka vê mehê Bahçelî dema ku ji Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê xwe derket çûbû serdana rêzên DEM Partiyê.
Ew helwesta Bahçelî bûbû sedema karvedanan û li nava Tirkiyeyê wekî “pêngaveke nû ya çareseriyê” hatibû şîrovekirin.
"Tiştên ku tên ziman tenê texmîn in"
Ramanli bal kişand ser silavdayîn û gotinên dawî yên Bahçelî û wiha pê de çû:
"Di vê xalê de pêvajoyek heye ku divê bi baldarî were şopandin.
Hîn zû ye ji bo ku mirov bibêje ji niha û pê ve dê çawa gav bên avêtin û hikûmet dê di vê mijarê de çi helwestê nîşan bide.
Tiştên ku niha tînin ziman tenê texmîn in. Lê belê, bi fêde ye em hin xalên ku em ji demeke dirêj ve diyar dikin bînin bibîranîn.
Eger li vî welatî xwîn nerije, êdî cenaze neyên gund, bajarok û bajarên me, li çiyê mîlîtanên ku çek hildigirin nebin, hewldana her rêyên rewa ji bo rawestandina rijandina xwînê bêguman gaveke erênî ye.
Wekî HUDA PARê em piştgiriyê didin her gavên ku dê xizmeta aştiya civakî bike ji ber ku ya sereke jiyana mirovên me ye.
Rêxistin tenê encama Pirsa Kurd e. Di koka xwe de ezmûneke sed salî heye."
"Kesên ku çek di destê wan de ne muxatabên pêvajoyê ne"
Ramanli her wiha anî ziman:
"Pirsgirêka me ji nû ve avakirina biratiyeke ku hiqûq lê nehatiyê avakirin e.
Eger armanca me ew e em biratiya xwe li ser esasê hiqûqê daîmî bikin, em wekî HUDA PAR amade ne û çi ji destê me tê bikin.
Lê belê mesele tenê bi danîna çekan a rêxistinê û terikandina tundiyê re ne sînordar e.
Kesên ku çek di destê wan de ne muxatabên pêvajoyê ne.
Ji ber vê yekê, ev pirsgirêk tenê bi danûstandinên rasterast ên bi wan re çareser dibe.
Eger rêxistin çekan dayîne, dê di bin çi mercan de dayîne?
Di berdêla vê de çi qanûnên yasayê têne çêkirin? Ev mijareke din e.
Lê ji bo ku em biratiya xwe ya hezar salî li ser esasê hiqûqê ji nû ve ava bikin, gelek gavên din hene ku divê em bavêjin.
Di encamê de wê Kurd li ser bingehên destûrî û qanûnî maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi dest bixin an na?
Tiştê ku divê em li ser bisekinin ev e.
Her kesê ku bawerî û hêviya wan bi aştiya civakî heye ji vê pêvajoyê re dibêje erê.
Lê yên koka wan li derve ne her tim hewl didin pêvajoyên bi vî rengî îstismar bikin û sabote bikin. Divê ev jî neyê jibîrkirin."