Li Rojava li herêmên di jêr destên kurdan de hat diyar kirin ku hilbijartinên şaredarî û meclîsên herêmî dê di payizê de werin lidarxistin. Encûmena Damezrêner a Federalîzma Demokratîk a Rojava û Bakûrê Sûriyê di dewsa kantonan de sê herêm destnîşan kirin û biryar da di 6 mehên pêş de 3 hilbijartinan bike. Lê navendî ya Sûriyê bi ti awayî federalîzma Rojava nas nake û hilbijartinan jî bi fermî nabîne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi biryara Encûmena Damezrêner a Federalîzma Demokratîk a Rojava û Bakûrê Sûriyê bi ser sê herêman de hatiye dabeşkirin. Herêmên Efrîn, Cezîre û Feratê. Herwiha biryar daye li van herêman hilbijartin werin kirin.
Medyaya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) eşkere kirk u biryar hatiye dayîn di 22ê Îlona 2017ê de, ji bo hilbijartina komûnên gundan ên nav sîstema federalîzmê hilbijaretin werin kirin. herwiha di 3ê Mijdarê de hilbijartinên hikûmeta xwecihî, encûmenên gund, navçe û bajaran were kirin. Hilbijartina sêyemîn jî di 19ê Çileya 2018ê de bibe, ku ev jî hilbijartina herêman û kongreya demokratîk a gelên bakûrê Sûriyê ye.
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê (El Partî) Nesreddîn Îbrahîm ji rûdawê re got: “Di civîna Encûmena Damezrêner a Federalîzma Demokratîk a Rojava û Bakûrê Sûriyê de bi piraniya dengan biryar hate dayîn, ku hilbijartinên komûnan, ya hikûmetên xwecihî û parlamentoya giştî were kirin.”
Nesreddîn Îbrahîm, ku partiya wî di nava Hevpeymaniya Nîştîmanî de ye û nêzîkî PYDê ye diyar kir: “Di civînê de biryar hate dayîn, ku rojava û bakûrê Sûriyê weke 3 herêman were birêxistinkirin. Herêma Cezîre navçeyên Hesekê û Qamişlo vedigre. Herêma Feratê ji Kobanê û Girê Spî pêk tê. Herêma Efrînê jî Efrîn û Şehbayê vedigre.”
Derbarê beşdarbûna hilbijartinan a erebên ji derve hatine Rojavayê Kurdistanê, ku weke “erebên mexmûrî” tên binavkirin, Îbraîh got: “Erebên hatine bicîhkirin an jî ew erebên bi biryara siyasî hatine herêmên federalî, mafê wan ê beşdarbûna hilbijartinên hikûmetên xwecihî û parlamentoyê nîne. Tenê ew dikarin beşdarî hilbijartinên komûnan bibin, rêveberiya gundên xwe diyar bikin.”
Ji aliyê din ve rejîma Sûriyê dibêje, ew bi ti awayî qebûl nakin Sûriye di bin navê federalîzmê de were parçekirin. Herwiha hikûmeta navendî ya Sûriyê hilbijartinan jî “ne fermî” dibîne.
Şêwirmendê Serokatiya Encûmena Wezîran a Sûriyê Ebdulqadir Ezûz ji Rûdawê re ragihand: “Hikûmeta Sûriyê pabendê van hilbijartinan nîne, ku dema wan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye destnîşankirin. Li gorî destûra Sûriyê ev hilbijartin ne yasayî ne, bi ti awayî hikûmeta Sûriyê van hilbijartinan nas nake. Ji bilî hikûmeta Sûriyê, ti alî an jî kesek nikare yasayên nû derbixe.”
Ezûz herwiha got: “Ev gav yekalî ne, ji aliyê mîlîsên kurd ve bi zora çek bi ser gelê kurd û pêkhateyên herêmê de hatiye sepandin.”
Derbarê herêmên Rojavayê Kurdistanê jî Ebdulqadir Ezûz diyar kir: “Avakirina herêmên wiha demkî ne. li gel bidawîbûna krîza Sûriyê dê ew jî bidawî bibin.“
Çavdêrê siyasî: Rojava ji bo konfederalîzmê gavên bilez diavêje
Çavdêrê siyasî yê ji Rojavayê Kurdistanê Husên Omer bi giringî behsa van hilbijartinan kir û diyar kir, ku ev pêngavên konfederalîzmê ne.
Husên Omer got: “Di nava 6 mehan de dê 3 hilbijartin werin kirin. Ev yek jî nîşan dide ku Rojava bi baweriyeke mezin ber bi konfederalîzmê ve gavên bilez diavêje. Ji bo vê bingeheke bi hêz jî hatiye avakirin. Êdî federalism bûye emrî waqî’î û bûye bi kirdar. Ti kes nikare red bike. Herwiha ji bo hemû herêmên Sûriyê amadekariyên federalîzmê hene. hewl tê danîn bi rêya hilbijartinan nûnerên xelkê ji bo desthilata yasadanîn û cîbicîkirinê hilbijêrin.”
Derbarê birêxistinkirina 3 herêman de jî Omer got: “Berî herêm kanton bûn. Niha bi van herêman dikare bo federalîzmê baştir gavan biavêje. Ji aliyê xizmetgûzarî, birêvebirî, aborÎ û civakî ve dikare baştir kar bike. Herwiha rê dide avakirina zêdetir sazî û dezgehan. Şehba û Grê Spî dibine beşek ji vê federalîzmê. Bi vî awayî Rojava ji Dîcleyê heta rojavayê Efrînê dirêj dibe. sînorên xwe bi Bakûr û Başûrê Kurdistanê ve girêdide.
Aliyê din Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê Nûrî Birîmo ji Rûdawê re ragihand: “Em weke partiyên nav Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdarî van hilbijartinan nabin. Ji ber ku ne şer’î ne. PYDê bi zora hêz xwe bi ser gelê Rojavayê Kurdistanê de sepandiye, xwe ferz kiriye. niha bi van hilbijartinan jî dixwaze vê ferzkirina xwe rewa bike.”
Brîmo herweha got: “Bi hezaran kes penaber bûn. Efrîn hatiye dorpêçkirin. Çawa hilbijartin tên kirin? Li Cezîre hejmara ereban zêde bûye. Ev hilbijartin dê çawa birêve biçin, dê kî çavdêriya hilbijartinan bike?”