''Li vê cîhanê dema welatek tê dagirkirin, ji bona miletê wî welatî zû bi zû neyê ser heşê xwe, bi hemî awa û cûreyan ango metodên xerab li ser serê wan diceribîne ku êdî ew milet, bindestiya xwe bi darê zorê qebûl dike. Ji bona ji nû de şiyarbûna wî jî bi salan heta bi sed salan jî xebat têrî rakirin ango şiyarkirina wî, li çanda wî vegerandin û bindestiya wî nake.''
Li vê cîhanê dema welatek tê dagirkirin, ji bona miletê wî welatî zû bi zû neyê ser heşê xwe, bi hemî awa û cûreyan ango metodên xerab li ser serê wan diceribîne ku êdî ew milet, bindestiya xwe bi darê zorê qebûl dike. Ji bona ji nû de şiyarbûna wî jî bi salan heta bi sed salan jî xebat têrî rakirin ango şiyarkirina wî, li çanda wî vegerandin û bindestiya wî nake.
Mirov dikare rewşa civatên têkçûyî di du qonaxan de şirove bike. Qonaxa yekem ew e ku di welatên serbixwe de ku ji bona desthilat jiyana xwe bi dûr û dirêjayî bidomîne, civata miletê xwe dikin civatek paşdemayî. Ji bona civat serê xwe raneke û li hember desthilatê bêdeng bin, li gor wê karê perwerdehayî û zorê bi kar tîne.
Ji ber vê ye ku desthilat bi hemî metodên xerab, ji bona têkbirina civatê, çi ji dest tê dike. Normên civatê têk dibin. Ji xwe nebaweriyakê di catê de dixuliqîne ku civat xwe bi saya desthilatê dide jiyandin. Weha bawer dikin ku heger desthilat têk here ew jî namîne.
Loma di civatên weha de ew bi hemî hêz û baweriya xwe, ji bona desthilat têk nere, piştgiriya wê dike. Bi saya wê zilm û baweriya desthilatê, bi wan daye qebûlkirin ku hebûna wan, bi hebûna desthilatê ve girêdayî ye. Yanî bi civatê didin qebûlkirin ku heger desthilat têk here ew jî namînin. Weke rewşa tirkiyê ya niha.
Têkbirina civatên miletên kolonî jî, bi destên dagirkerên wan, bi hemî metodên xerab pêk tên. Berê bi wêranî û qirkirinê dest pê dikin. Bi kuştin û zîndankirinê didomînin. Piştre jî nermahiyek çêdikin. Weke dibêjin, em branin û ev welat ê me tevan e. Weke rewşa tirkiyê û bakurê Kurdistanê ya niha.
Li gor vê jî heta ku ji wan tê normên civatbûnê têk dibin. Bîr û baweriya ku herkes ji xwe re, herkes li gor xwe û herkes tenha xwe bi xwe be, lê dixebite ku vê di civatê de bide rûniştin. Ev jî dibe sedema ku karê têkbirin an qelskirina civateke bi rêxistinî. Weke rewşa bakurê kurdistanî ya niha.
Ji ber ku civatên bi rêxistinê, tim bê hêz û qawet in. Ev jî nayê hesabê dagirkeran. Ji ber vê ye ku heta ji wan tê normên civatê têk dibin. Di nava miletekî de normên civatî nemîne ew zehmete ku xwe azad bike.
Di civatên paşdemayê de mekanîzma rexne û li xwe rexnegirtin mîrî ye. Loma jî dema tu rexneyekê, li kes an rêxistinekê dike, ev weke heqaret û dijûn tê dîtin. Di rewşên weha de jî rexne an gotina rast dibe agir û xwediyê xwe dişewitîne. Di civatekê de mekanîzma rexne neyê bi kar anîn, ew civat mirî ye. Weke rewşa tevgera bakurê Kurdistanê ya niha.
Di civatên dewletên kolonî de dagirkeran weha kirine ku her tiştek şexsî be. Ev jî ji bona hêzeke xurt û neteweyî dernekeve, tê kirinê. Ev jî piştî 12 îlona sala 1980 û kirinên zîndana bi nav 5 nolî yê, îro bi hemî awayî li bakurê Kurdistanê roj bi roj bi cih dibe.
Niha em kurdên bakurê Kurdistanê vê dijîn. Helbet ev rewş bi xweşa gelekan ve dihare ku ew bi serê xwe yî û tiştên dixwazin pêk tîne. Lê li aliyên din, ev rewş dibe sersedema lawazbûna tevgera bakurê Kurdistanê. Ev dibe nelihevbûn û qelsbûna rêxistinên bi armanca welatê xwe azad bikin. Ev dibe belavbûn û ne hezkirina me li hember hev.
Heger em rewşa bakurê kurdistanê ya berî hukmê leşkerî a 12 îlona sala 1980 û ya niha bidin ber hev, em ê bibînin ku bê dagirkeran çi afat û tofan anîne serê me û tevgerên me. Êdî ew mudaxeleyî nava me nake. Em xwe bi xwe vê dikin. Karê şexsî ketiye pîşiya hemî karên bi rêxisinê, bi hevre karkirin û li hevkirin bûye weke agir ango weke xeter tê dînin. Ev jî ji wê çanda ku di zîndanê de bi me dane qebûlkirinê tê.
Di welatekî weke kurdistanê û bi taybetî bakurê kurdistanê heta ev yeka hebe ku heye, azadî jî ji me dûr e. Di civata me ya niha de kes kesan naecibînin. Li dij hemî partî û rêxistinan bi awayekî gelemperî nerîn û helwest heye.
Ji bona hêz û qawetên me di bin konekî neteweyî de nebin yek, êdî em bi xwe sedem in. Ew çand û kultura ku dagirkeran bi darê zorê bi me dane qebûlkirinê, îro em li gor dilê xwe û kêfa xwe wê bi kar tînin. Ji ber ku êdî ew jî bûye weke çandeke me.
Lê em ji bîr dikin ku bê eniyeke neteweyî, partî û rêxistinên bi hêz em ê nikaribin xwe azad bikin. Êdî ev nema tê bîra me. Her em xwe bi xwe, bi tenê serê xwe, dixwazin kar bikin da ku welatê xwe azad bikin. Ew jî ne pêkan e.
Ji bona ev rewş bê guherandin divê em hêzên xwe bikin yek. Nerîn û dîtinên xwe li ser xeta neteweyî bighêjînin hev. Hemî aparatên ragihandinê bikin yek da ku nav û deng bide. ,Bi wî nav û dengê jî wê dost ji me bawer bikin ku em yek in…
Bûbê Eser