Rêber Ehmed: Serok Barzanî derbarê hatina DAIŞê de hişyarî dabû serkirdeyên Iraqê

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di yekemîn panêla roja duyemîn a roja pêncemîn a konferansa MEPS24 li Dihokê de got: “Bi xêra gel, Pêşmerge û serkirdayetiya hekîmane ya Serok Barzanî û serokwezîrê wê demê, dijî DAIŞ hat rawestandin.”

23.11.2024, Cts - 11:47

Rêber Ehmed: Serok Barzanî derbarê hatina DAIŞê de hişyarî dabû serkirdeyên Iraqê
Nuçe Belav bike

Rêber Ehmed got: “Berî sala 2014an, dema ku me ligel serokwezîr li ser Encûmena Asayişa Niştimanî kar dikir, me dizanî ku DAIŞ û El Qaîde li Sûriyeyê û li ser sînorên me gelek çalak in. Dema hatin Iraqê, Serok Barzanî nameyek pêşkêşî serkirdeyên Iraqê li Bexdayê kir û got: Rewşa Neynewa û Bexdayê ne di bin kontrol de ye, lê mixabin wan name û sînyalên wê bi cidî wernegirtin.”

Herwiha got: “Me dît ku bajar bi bajar dikevin bin kontrola DAIŞê, di heman demê de ku DAIŞ dixwest deverên xwe berfireh bike. Herwiha Selahedîn, Fellûce û Enbarê jî xistin bin kontrola xwe, hatin derdora Bexdayê û piştre jî hewl dan Herêma Kurdistanê bixin bin kontrola xwe. Lê spas ji Xwedê re, piştre bi xêra gel, Pêşmerge û serkirdayetiya jîr a Serok Barzanî û serokwezîrê wê demê ku kesayetên sereke bûn, em li dijî DAIŞê rawestiyan.”

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê da xuyakirina: “Wê demê Hevpeymanî pêk hat û 18 welat tevlî wê bûn. Wê demê em hemû Pêşmerge, artêşa Iraqê û hevpeymanan rûbirûyê DAIŞê bûn. Ev jî ne hêsan bû, ji ber ku 5 yekîneyên artêşa Iraqê û çekên wan jî ketin destê DAIŞê.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 74 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:35:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x