Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê ragehand ku, êrîş kiriye ser bingeheke serbazî ya Israîlê.
Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê di beyannameyekê de ragehand ku, bi dronan êrîş kiriye ser bingeheke serbazî ya Israîlê. Amaje jî da ku, li ser helmetên xwe ji bo nehêlana artêşa Israîlê berdewam e.
Bereyê navbirî herwesa got, “Di berdewamiya êrîşên xwe de ji bo berhingarbûna Israîlê û piştevaniya gelên Filistîn û Libnanê û di bersiva wan komkujiyan de yên ku li dijî xelkê sivîl tên kirin, ku zarok, jin û pîr û kal di nav de ne, Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê îro (În, 22.11.2024) bi dronan êrîş kir ser bingeheke giring a serbazî ya Israîlê.”
Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê ev çend meh in êrîş dike ser çend cihên giring ên Israîlê, wekî bersivek ji bo şerê Israîlê li ser kertê Xezzeyê.
Ev êrîş piştî wê yekê tê ku, Televîvê li roja Duşema borî di nameyekê de daxwaz ji Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî kir ku, rêkarên bilez li dijî wan koman bi cih bîne yên ku li Îraqê êrîşê dikin ser wê, herwesa soz jî da ku bergiriyê ji xwe bike û bersivê bide.