Pentagon: Rûsyayê li Ukraynayê mûşekên balîstîk bi kar anîn

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) piştrast kir ku Rûsyayê li Ukraynayê mûşekên balîstîk ên di navbera parzemînan de bi kar anîne û berê xeber daye wan.

22.11.2024, Cum - 10:33

Pentagon: Rûsyayê li Ukraynayê mûşekên balîstîk bi kar anîn
Nuçe Belav bike

Alîkara Berdevkê Pentagon Sabrina Singhê di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de got:

“Ez dikarim piştrast bikim ku Rûsyayê mûşekeke balîstîk a ezmûnî berdaye.”

Li gorî agahiyên ku Sabrinayê dane, Rûsyayê mûşeka balîstîk a cureyê “RS-26 Rubezh” bi kar aniye ku wekî “IRBM”ê te zanîn û di navbera parzemînan de tê bikaranîn.

Sabrina Singhê diyar kir, Rûsyayê berî ku mûşekan berde bi demeke kurt ew bi rêya “Kêmkirina Rîska Nukleerî” agahdar kirine.

Wê her wiha amaje pê kir, cara ewil e ku ev mûşek li qada şer tên bikarnîn ji ber vê jî ew têgeha “ezmûnî” bi kar tîne.

"Ev şiyaneke kujende ye"

Sabrinayê amaje bi xeterbûna van mûşekan kir û anî zimên:

“Ev şiyaneke kujende ye ku li qada şer tê bikaranîn.

Helbet ev ji bo me çavkaniya dilgiraniyê ye. Em niha li ser bandora we ti nirxandinan nakin lê helbet me dilgiran dike.”

Alîkara Berdevkê Pentagonê diyar kir ku Rûsya pêgeha xwe ya nukleerî diparêze û ew jî ji ber vê yekê pêgeha xwe ya berê naguherin.

Li gorî Sabrinayê, Rûsyayê leşkerên Koreya Bakur birine şerê Ukraynayê û şer gurtir kiriye.

Divê were gotin ku Amerîka mûşekên ATACMSê dide Ukraynayê û hatibû gotin ku Ukraynayê ev mûşek li herêma Braynskê ya Rûsyayê bi kar anîne.

Sabrina Singhê pirseke li ser vê mijarê wiha bersivand: “Di vê mijarê de ez nikarim tiştekî rave yan piştrast bikim.”

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê 19ê mehê gotibû ku Ukraynayê mûşekên ATACMSê yên Amerîkayê li herêma Braynskê ya Rûsyayê bi kar anîne û Ukraynayê jî gotibû ku Rûsyayê mûşekên balîstîk bi kar anîne.

Sabrinayê bi bîr anî, Amerîkayê destûr daye ku Ukrayna mayînên antîpersonel bi kar bîne lê Ukraynayê ew piştrast kirine ku dê van mayînan tenê li nav axa xwe bi kar bîne.

Li gorî agahiyên ku wê dane, Amerîka gelek mayînan dide Ukraynayê.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî doh gotibû, ew dê destûrê bidin ku Ukrayna mayînên Amerîkayê yên antîpersonel bi kar bîne.

Divê were gotin ku gelek welat bikaranîna mayînên antîpersonel qedexe dikin lê Rûsya û Amerîka tevlî peymanên li ser qedexekirina wan mayînan nabin.

Tê gotin ku Amerîka sala 2022yan xwediya 3 milyon mayînên antîpersonel ên bejahiyê bûye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 60 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:45:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x