Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî dê di demeke nêzîk de biryara rûniştina parlamentoyê bide

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di demeke nêzîk de ji bo rûniştina yekem a parlamentoya Kurdistanê biryarê bide.

25.11.2024, Pts - 10:18

Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî dê di demeke nêzîk de biryara rûniştina parlamentoyê bide
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ew agahdar kiriye ku encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine pesendkirin.

Dilşad Şehab da zanîn ku li gorî yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di demeke nêzîk de biryara rûniştina Parlamentoya Kurdistanê bide.

Li gorî pêrewa Parlamentoya Kurdistanê divê Serokê Herêma Kurdistanê di nava 10 rojan de ji parlemanterên heyama nû bixwaze ku li ser encamên hilbijartinên parlamentoyê bicivin.

Heger di nava 10 rojan de Serokatiya Herêma Kurdistanê ji parlamenteran daxwaza civînê nekir roja 11an parlamento ji bo pesendkirina encamên hilbijartinan dikare bicive.

18ê Çiriya Pêşîn dengdana taybet û di 20ê Çiriya Pêşîn jî de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 30ê Çiriya Pêşîn encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72,6 e.

Komîsyonê diyar kir ku li gorî encamên fermî hejmara kursiyên partiyan wiha ye:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtû: 7 kursî

Komel: 3 kursî

Helwest: 4 kursî

Eniya Gel: 2 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Kursiyek

Goran: Kursiyek

 

Vî nûçeyê tevayî: 58 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:25:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x