Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II

Dîrok, hafiza miletan e û pêşeroja miletan bi rast nirxandina dîrokê û bi dersjêgirtinan ve têt avakirin. Têgihîştina dîrokê ji bona hişmendîya netewî pir girîng e. Miletên ku dîroka xwe nizanibin û dersan ji dîroka xwe negirin, bi zelalî nikarin pêşeroja xwe ronî bikin û bigîhêjin asta dewletbûnê.

27.04.2024, Cts - 15:27

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II
Nuçe Belav bike

 ‘‘Xanê gewre yê Mogolan Mangu di dema xwe de, ji birayê xwe yê piçûk Hulagû Xan re wiha ferman dida: ‚Hemû serhildêran biperçiqîne! Hemû birc û kelehên li ser rêka xwe biherifîne!.. Bimeşe ji Turanê heta Îranê û gava te ew der girtin, derbasî Iraqê bibe; koka wan Lor û Kurdan bixeritîne, wan kelehên asê yên Kerdeh-Kuh û Lembeh-şer jî kavil û wêran bike ku li wan deran wan, bi talankirinên xwe hergav nerihetî dida ber rêwîyan…” (Safrastian, 2007, 41-42).

Dîrok, hafiza miletan e û pêşeroja miletan bi rast nirxandina dîrokê û bi dersjêgirtinan ve têt avakirin. Têgihîştina dîrokê ji bona hişmendîya netewî pir girîng e. Miletên ku dîroka xwe nizanibin û dersan ji dîroka xwe negirin, bi zelalî nikarin pêşeroja xwe ronî bikin û bigîhêjin asta dewletbûnê.

Kurdistan, di navbera Safewî û Osmanîyan de mîna erdnîgarîyek “di navbera du hêzan de wek axek tampon” hatîye bikaranîn. Ev rewşa Kurdistanê di ramanên Şerefxanê Bitlîsî, Layîhaya Ezîz Efendî û filozofê gewre û nemir Ehmedê Xanî de pir zelal derdikeve ber me. Di van ramanan de sebeba piştjikestina kurdan ku; mîrên kurdan li ser mîremîrekî Kurd li hev nekirine û tifaka xwe ava nekirine, perçe perçe, otonom jîyane, derdixine ber me bi pêşberkek zelal:

Ji destpêka sedsala 16-an vir ve, Mîrnişînên Kurdan li şûna rêzgirtin û damezrandina dewleteke yekgirtî li hember gefên her du hêzên mezin, bi awayekî pragmatîst aliyê Osmanî hilbijartibûn.”(Nûbihar, Mehmet Rêzan Ekîncî)

Ji ber ku xaka Kurdistanê, rêya bazirganî û leşkerîya di navbera Rojhilat û Rojavayê de bû; ku di navbera hêzên yek Sûnî û yek jî Şiî bû, bi şiklekî stratejîk xwe mecbûr dîtine ku yekî ji wan tercîh bikin. Wê demê nakokîyên mezhebên îslamê wek şiî (safewî) û sûne (Osmanî) jî li ser vê biryarê bandor çêkirîye.

Di vir de em pir zelal dibînin ku Fîlozofê gewre û nemir Ehmedê Xanî, „li hember statûkoya Osmanîyan rawestîya ye; nûnertîya nêrîna Kurdan kiriye û ji Osmanîyan re bûye bersiv.“

ji bona daxwaza tayînkirina payeya mîrêmîrekî Kurd, Siltan Selîmê yekem yê Osmanî ji Îdrîsî Bedlîsî re raporek bi rê dike û di raporê de daxwaz dike ku;

 “Ji nav hikimdar û mîrekên Kurdistanê ku vê peywirê karibe hilde ser milê xwe û yê ku hemû mîrên Kurdan bi rê ve bibe hilbijêrin. „(Nûbihar, Mehmet Rêzan Ekinci)

Li ser vê daxwazê Îdrîsî Bedlîsî bi hemû mîrên Kurdistanê re dan û stendinan dimeşîne. Mixabin ev dan û stendin encamek erênî nadin. Li ser vê Îdrîsî Bedlîsî ji Siltan Selîmê yekem yê Osmanî re vê bersîvê dide;

“Mîrên Kurd li ser bijartina mîrêmîran li hev nakin, a rastî ji alîyê Siltan ve kesekî wiha were hilbijartin dê baştir bibe”.

Osmanî vê wek derfetekê dibînin û ew bi xwe li ser esasê van sê madeyan, mîr û desthilatdarên Kurd tayîn dikin:

„1. Mîrên Kurd dê erdên xwe wekî berê bi ser “hiqûqê irsî ” bi rê ve bibin.

2. Dema şer bi hêzen xwe ve dê tevlî hêzên Osmanî bibin.

3. Salê carekê bi navê xelatê dê parek bac bidin.“

Ev lihevhatin, wek statûyek îdarî heta destpêka 1800 î meşîyaye. Heta vê demê Mîrên Kurdistanê, li gor vê peymanê otonom, serdestî û serwerîya xwe parastine.

Şerefxanê Bedlîsî, armanca nivîsandina berhema Şerefnamê bi van xetan dinirxîne:

“Hemî armanc û daxwaza min jî ew e ku, ew bîranînên xweş ên xanedanên mezin ên Kurdistanê, veşartî

nemînin û neyin jibîrkirin.”

Di dawîya 1700 î de hin li Balkanan û hin jî li seranserê welatên Ereban li henber Osmanîyan şerê desthilatdarîyê yên miletan destpê dike. Yeko yeko milet vediqetin û dest bi avakirina dewletên xwe dikin. Osmanî vê rewşê wek pêşbinîyekê dibînin ku Kurd û Kurdistanê jî wenda nekin, dest bi mudaxaleya statûya Kurdistanê dikin.

Ew statûya desthilatdarîya mîrên Kurdistanê, ji dawiya sedsala 16'an û vir ve hem ji ber tehdîda Safewiyan û hem jî ji ber siyaseta navendî ya Osmaniyan têk çû.

Ji destpêka 1805an û virde, Osmanî berê xwe didin eşîr, beg û mîrîtîyên kurdistanê. Hêzek leşkerî a mezin dikişîne Kurdistanê û ji bona hêza kurdan yên çekdar, aborî û îdarî zeîf bike û ji holê rake; bi zilmek mezin, zorîyê dide Mîr û eşîrên kurdan, ku    sebra wan biqede û yeko yeko serî hildin, ku bingeha komkujî û surgûnan çêbibe. Ji ber ku Osmanî, nîfaqên di navbera mîrîtî û eşîrên kurdan de baş dizanin. Bi kurt û gilover, osmanli li ser Kurdistanê dest bi avakirina bingehek milîtarî-îdarî dikin.

Armanca vê, hilweşandina hanedanîya malbatên mezin yên kurdan, statûya mîrên kurdan, talankirin û destdanîna ser mal û maldarî û bihêzbûna dînamîkên kurdan; ku bingeha dewletbûnê bêt ji holê rakirin. Osmanî, bi vî meramê xwe biser dikevin. Osmanî, ji 1830 î heta 1870 ê hemû mîrên Kurdan tasfîye dikin.

Piştî tasfîye kirina mîrên kurdan, dema serkêşîya têkoşîna milî a miletê Kurd dikeve destê medrese û şêxên Tarîqata Naqşîbendên Kurd.

Şêx Ûbeydullah Nehrî li mekê di surgûnê de bû. Di 1880 an de vedigere Kurdistanê û li Şemdînan bicîh dibe. Osmanî bi destê Ermenîyên Stenbolê ku li derdorê sazîyên Ayînî ne û Suryanîyan supekulasyonekê belav dikin ku; “Şêx Ûbeydullah artêşek mezin komkirîye wê êrîşî Ermenî û Nastorîyan bike.”(!) Vê propagandayê bi rîya konsolxaneyên bîyanî li nav dewletên Ewrûpa jî belav dikin.

Osmanîyan di vê demê de xwestine ku kurdan bi navê îslamê li henber Ermenî û Nastorîyan bikar bîne, dûre jî komkujî û talanan têxe stûyê kurdan û di qada navnetewî de kurdan wek “Miletek barbar, cahil” bide nîşan. Bi vê pîlanê re, pîlana Osmanîyan ew bû ku kurdan bi xwe ve girêbide û ji xwe re bikar bîne.

Şêx Ûbeydûllah Nehrî, bi pêşewazîyek mezin derbasî Wanê dibe. Ji wir derbasî Şemdînan dibe. Li Şemdînan hêzên çekdar û serkirdeyên Kurd yên ku ji Çolemêrg, Bedlîs, Mûş, Sason, Dîyarbakir, Botan, Sêrtê, Amedîyê, Suleymanîyê û Rojhilatê Kurdistanê hatine, şêx pêşewazî dikin.

Şêx Ûbeydullah Nehrî di demek kurt de nêzî 50.000 çekdar kom dike û derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe.

Di qada navnetewî de dorpêçek tê ser tevgera Şêx Ûbeydullah Nehrî. Yeqîneyên leşkerî yên Rusîya hudûdê Îranê digirin. Dewletên Ewrûpa zorê didin Osmanî û Îranê ku tevgera Şêx Ûbeydullah Nehrî dorpêç bikin.

Di bin vê dorpêçê de tevgera Şêx Ûbbeydullah Nehrî şikestinê dixwe û Şêx radestî Osmanîyan dibe. Osmanî carek din Şêx surgûnî Mekê dikin. Ji vir carek din vedigere ku tevgerek din bimeşîne, carek din têt girtin û surgûnî Mekê dibe. Di sala 1883 an de li mekê vefat dike.

Kurê Şêx Ûbeydullah Nehrî yê piçûk Şêx Ebdulqadir li Stenbolê bicîh dibe. Ji ber tevgerên Şêx bi rewşenbîrên kurd re ji Stenbolê têt surgûnkirin. Heta meşrûtîyeta 1908 an li Surgûnê dimîne. Di 1908 de Şêx Abdulqadir carek din vedigere Stenbolê. Şêx Abdulkadir jî ji ber serhildana 1925 an li Dîyarbekirê bi Şêx Seîd ê nemir û hevalên cenab re têd dardakirin.

Çavkanî, Mehmet Rêzan Ekinci, Nûbihar

(Wê bidome)

 

Vî nûçeyê tevayî: 1503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:43:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x