Sehneya efsanewî, Opera û Eposa Neteweyî

Maruf Yılmaz

02.05.2024, Per | 10:04 [ Güncellenme: 03.05.2024, Cum | 09:41 ]

Sehneya efsanewî, Opera û Eposa Neteweyî
Nêrîn Belav bike

1. Operaya Neteweyî û Eposa Neteweyî

Gademan, Göran (2015) bervederî kir, li ber xwe da û got; “divê opera bibe sehneya neteweyî”. Ez digel dîtina wî me. Opera hunera dema nûjen (modern) e. Eposa neteweyî ya Ferdousî bûye bingeha operaya farisî. Eposa neteweyî ya Fînlandî  ”Kalevala” bûye operaya neteweyî û wekî min got li jorê eposa neteweyî ya Ferdousî ku navê wê berhemê Şahname ye, bûye operaya neteweya farisî. Eposa neteweyî ya Ahmedê Xanî - Mem û Zîn jî dikare bibe operaya neteweyî ya gelê kurd û rola xwe ya hunerê bileyîze. Divê “Operaya Neteweya Kurd” avabibe, bibe sehneyên efsanewî yên berxwedanên Mele Mistafa BARZANÎ, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Muhammed û berxwedanên neteweyî li Kurdistanê. Kevneşopî, hîwûşî, kelepor, mîtolojî û felsefeya bapirên kurdan hebûn, bûn operaya ewropayî, lê nebûn operayên gelê kurd. Gustav Wasa qralê Swêdê yê neteweyî ye û wek qralê nemir derbasî nav dîroka Swêdê bû ji ber ku wî dewleta Swêdê bihêz kir. Gustaf Wasa operayeka neteweyî ya swêdî ye ku bi bandor e. Gustaf Wasa – ”Operaya Neteweyî ya swêdî ye ku di sê çalakıyan de ye bi muzîka Johann Gottlieb Numann û lîbrettoya Johan Henrîk Kellgren ve bi bandor e. Helbestevanê dîwarê Johan Henrîk Kellgren li ser bingeha ramana bingehîn ya qral Gustaf Wasa nivîsî û bû operaya nemir. Operaya Swêdê ya neteweyî di sala 1786an de avabû û bi bandora xwe li rewşenbîr û zanayên Swêdê kir. Formên hunerên nû pir girîng in.

Pervîn Çakar hunermendeka jîr e; ew ji bo avakirina Operaya Kurdî xwe diwestî û dixwaze hunera nûjen di nav kurdan pêş bikeve. Ew karekî hêjatirîn dike. Ez gotina xwe bînim ser wêjeya kurdî jî. Firat Cewerî nivîskarekî jîr e; haya wî ji wêjeya cîhanê heye û bixwe jî nivîskarekî navneteweyî ye. Mehmed Uzun û Firat Cewerî edebiyata kurdî ya diaporayê bi cîhanê dan pejirandin û nasîn.

Jean Philippe Rameus, Wolfgang Amedeus Mozart, Richard Georg Strauss û Gustav Mahler opereyên xwe li ser têkoşîna di navbera qencî û xerabiyê felsefeya Zardeşt ji berhema Nietzsche´yî ”Zardeşt wisa got” e, ava kirin û pê cîhanê hejandin. Em dizanin felsefeya Zardeşt û duyalîzma wî bandorê li Mozart kirîye. Mozart bixwe dîrok e, mirovek dikare bi hunermendî û kapasiteya xwe ji mîlyonan zêdetir e. Hejmar hunermend û nivîskarên kurd ne tiştek e, dibe ku ji tunebûna mirovan hin kes bûne nivîskar, rojnamevan an hunermend. Mirov dibêje qet ji tunebûn û xelaya mirovan ew bûne nivîskar an rojnamevan. Lê ji tûnebûnê hebûn çênabe. Ehmedê Xanî û Qanatê Kurdo ji mîlyonan kurdên ehmeq zêdetir in. Hin operayên herî navdar ên cîhanê, di dîrokê depir bi bandor in, ev in:

1. Bilûra Sêrbas - Wolfgang Amereus Mozart

2. Don Giovann – Mozart

3. Zewaca Fagaro - Mozart

4. Zardeşt weha got/Also Sprach Zarathustra – Richard Strauss

5. La Traviata – Giuseppe Verdî

6. Carmen – Georges Bizet

7. Boheme – Puccinî

8. Toşa (Tosca) – Giacomo Puccinî

9.. Zardeşt weha got - Richard Georg Strauss

10. Madama Butterfly – Giacomo Puccinî

 

Madama Butterfly operayek li ser bedewî, êşa mirovbûnê û trajedîyek li ser têkiliyên mirovan û lîstika hêza navneteweyî ye. Li Japonyayê, efserê deryayî ya Amerîkî Pinkerton ji xwe re mîrekî ciwan û demkî – Cuo- Ciosan (Butterfly) dikire.

2. Bav ji bo zaroka/zarokê xwe Xwedê ye!

Bersiv ev e: Xweza tevahiya rastiyan e. Em bixwe beşekê ji xwezayê ne, em Xwedê ne. Ew em in ên ku dikarin jîyanê biafirînin û şiklê ku hewce ne bidin mirovan da ku ew bidin Xwedayên nû yên ku di encamê de jîyanê bidin pêşerojê û nifşên nû. Em bermayîn û berhemên bav û kalikên xwe ne ku jîyanê diafirînin da ku em demekê şûnde bijîn û heman pîşeya bav û kalên xwe bidomînin da ku çandeka mirovahiyê wenda nebe. Wezîfeya we ev e ku em mîrateya xwe bidomînin û bihizrin ka bav û kalên me çawan nifş û nifş têdikoşin ku jiyana nû biafirînin û civakên çêtir avabikin. Ji bo nifşên nû çi ji destên bapîrên me hat kirin, em jî bikin. Niha em wek Xwedê ne û em dikarin bi kirinên qenc, ramanên qenc û gotinên biaqilane cûdahiyekê çêbikin, ji ber ku bi mentalîteta niha kurd nagihîjin mafên xwe yên neteweyî. Divê em li ber xwedayên biyanî yên elîta serdest ên ku welatê me dagir dikin, serî netewînin û axa xwe biparêzin. Bav û kalên me xwedayên me ne û divê em ji bo axa xwe têkoşînê bidin…

Divê “Operaya Neteweyî ya malbata BARZANΔ ava bibe, bibe sehneyên efsanewî yên berxwedanê… MESUD BARZANÎ li Kurdistanê ji dayik bû û ew ji malbateka arîstokrat e. Ew wek bavê xwe Mele Mistefa BARZANÎ sade, esilzade û bi nîjada xwe ve girêdayî ye. Serokatî û desthilatdariya wî xwezayî, sade û ji gel e. Serweriya herî baş ku tê wateya desthilatdariya elîteka xwedî îmtîyaz û bi esilzadeyê ve tê naskirin. Niha malbata Barzanî dişûbe arîstokratiyê. Hevwateya peyva arîstokratiyê ev e:

1. Esilzade

2. Elît

3. Serweriya baştirîn ji bo gelê xwe.

3. Muzîka Hindistanê kevintirîn e

Çandên destpêkê û bilûr

Muzîka hunermendiyê ya Hindistanê ji kevneşopiyên muzîkê yên herî kevn û dewlemendên cîhanê ye, lê dîsan ji ew li cîhana rojavayî kêm tê zanîn. Vibrasyonên kevnar ên avê wek kevneşopiya muzîkê tê zanîn. Mînak felsefeya wêjeya Hindî/Sanskrîtî pir kûr e. Bilûrên çanda Hindistana kevnar an çanda îndusê pir balkêş in.

4. Mezopotamya – Muzîka Hurrî – Mîtanî

Asurolog Anne Draffkorn Kilmer (1971/1986) ji Zanîngeha Kalîforniyayê, di sala 1986an de şiroveya xwe ya lêkolînê bi tîpên mîxî li ser muzîkê li bajarê Nippura Mezopotamyayê ku mijar 2000 B.Z. ye, weşand. Paşê bestekarê herî navdar ê Almanî-Surî Malek Jandalî li ser muzîka strana herî kevn “Hurrî Hymn nr6”- ê şiroveya xwe ya sala 2017an pêşkêş kir û ev yek ji wan versîyonên herî navdar ên sala 2017an e. Tablo 36 tablo hatin û ya herî balkêş strana dua´yê ye. Cengên (harp) muzîkê ji bajarê Ura Mezopotamyayê ne. Di sala 1929an de Leonard Woolley û koma xwe li ser bermahiyên bajarê kevnare yê Urê lêkolîn pêkanîn û perçeyên çar çengan dîtin. Hin ji van amûrên muzîkê li muzexaneya Pennsîlana, muzexaneya Brîtaniya li Londonê û herwisan li Muzexaneya Baxdayê ne. Metn an nivîsên muzîka Hurrî yên li Ugarîtê  peyda bûne di derdora 1800 B.Z. de hatine nivîsandin, hin ji wan kevnintirînên muzîka cîhanê ne. 36 tablo ne û ji wan ya herî balkêş; strana li ser xwedawend Nikkal e û ji bo wê hatiye bestekirin. Muzîk ji bo mirovan fonksiyoneka xwedayîî ya ji bo paqijîkirin û dermankirina êşan bû. Tenê bapîr û kalikên kurdan ji muzîkê hez ne dikirin. Yewnanan û hin gelên din jî muzîkê xwedayî dihesibandin.

Teorîsyenên muzîka yewnanî yên sereke Pythagonas, Arîstoxenos û Klaudios Ptolemaîos bûn.

Gîtar cara ewilî ji alîyê gelê Hîtîtî ve hatiye bikaranîn. Gitar li Ewropayê nehat îcadkirin. Gîtar bi erebên ku Endulus an Spanyayê di 710î de dagir (kolonî) kirin re hat Ewropayê. Saz jî ji alîyê Hurrî - Hîtîtî ve hat îcadkirin û bikaranîn. Piraniya stranên herî kevn ên dîrokê ji bo pesnê xwedayan bidin hatine nivîsandin. Di mîtolojiya kurdî de zilamek bi stranê hezkirina xwe ji jina xwe ya mirî re bi hunerê dide der, disitirî û bi hesreta evîna jina xwe ve dijîya.

Mehrandad R. Izad li Unîversîteya (Zanîngeha Hardardê) lêkolîner e û li gorî wî di dema antîkê de efsaneyên Mîtrayî hebûn û ew bûn bingehên dengbêjên îroyîn.130 sal P.Z. Avger bi rêya muzîkê mirovên nexweş tedawî dikir ku bi eslê xwe muzîkologê kurd e. Dûvre xwendekarê wî îshak Musulî jî da ser şopa mamosteyê xwe dixebitî. Herdu jî êzidî bûn û xwediyên çanda kevnar bûn.

5. Rigveda, Zardeşt, Gatha, Avesta û Nietzsche

Dengê muzîka yekem çawa bû? Mirov nizane. Ne gengaz (mimkûn) e ku mirov jêder û çavkaniya muzîkê bişopîne û bi rêya lêkolînê bizanibe. Mirov muzîka gelên kevnar û ya zarokên biçûk bi not û amûrên muzîkê dikole, hin agahdariyan fêr dibe, lê ne bes e. Bi vê yekê, lêkolîneran hewl da ku fêr bibin ka muzîk çawa di zarokatiya mirovahiyê de deng veda. Lê tê zanîn ku muzîk ji bo hemû gelên kevnar ên çandên dewlemend roleka mezin lîstiye, mînak, li Hindistan, Mezobotamiya/Kurdistan, Çîn, Misir û Yewnanîstanê. Wan bawer dikir ku muzîk dikare bandoreka efsanî ya li ser bûyerên derve hebe, bike, mînak şer, dirûn, hewa, nexweşî...

Gatha di merasîmên Zardeştî de mûzîk û nivîsa dînî ye. Notên orîjînal ên Gatha li ser bingeha melodiyên tembûr ên li gorî kevneşopiyên devkî hatine honandin. Tembûr lûtkeya kurdî ye û Şerefxan Bîtlisî (1597) di ”Şerefnameya xwe de jî dinivîsîne. Ew amûreka kevnar e ku berî zayînê 3000 sal li Mezopotamyayê hebû. Tembûr ji bo Zardeşt girîng bûye. Lêkolîner Malek Jandalî li ser muzîka strana herî kevn “Hurrî Hymn nr6”- ê şiroveya xwe ya sala 2017an pêşkêş kir û tabloya 36an herî balkêş e. Strana - bi navê "Hurrî himn no. 6" - strana herî kevn e ku hatiye vedîtin û tomarkirin. Di şaristanıya kevnar de, mirovan bawer dikir ku muzîk wek kilîtekê ji bo gihistina cihana giyanî û danûstandina bi xwedayan re ye. Tê gotin ku muzîk xwediyê kilîta vekirina deriyên nenas e. Rola muzîkê di rîtuelên olî de mezin e. Muzîk wek îfadeya çanda welatekî ye. Stranên herî kevn ên dîrokê li ser Xwedayan e û ji bilî wê jî zilamekî jina xwe ya mirî pîroz dike û jê re dua dike. Piraniya stranên herî kevn ên dîrokê ji bo pesnê xwedeyan hatine nivîsandin. Lêbelê, zilamekî bi daxuyaniya evîn û hezkirina xwe ji jina xwe ya mirî re xwe nivîsî.

Dema ku Fîlozof Nietzsche (1883) berhema xwe ”Also pracht Zarathustra” nivîsî bi xwe ket bin bandora Zardeştî. Ji aliyê muzîkê ve, opera Jean-Philippe Rameau di 5ê Kanûna Pêşîn a sala 1749an de li ser Zardeşt´î li Parîsê hat lîstin û Rameau pê re derbasî dîrokê bû.

Muzîkolog Mozart bi felsefeya Zardeşt re di operaya bilûra fêlbaziyê (the magic flute) de lîst. Zardeştî yek ji çend olên kevnar ên kurdan e. Çavkaniya îlhamê ya herî mezin a olan bi taybetî jî di warê muzîkê de, ola kurdên êzidî ye. Li gorî êzidiyatiyê, Xwedê çamûr (lera) hilda û Adem çêkir, paşê emir kir ku ruh bi aheng bikeve Ademî ku nû hatiye afirandin û bê can. Li gorî Xwedê Adem ne hêjayê giyan (can) e. Ademê ku nû hatiye afirandin ji heriyê hatiye çêkirin û ne layiqê pêkhatinê ye. Xwedê bersîveka ne baş dabû. Paşê heft melekên Xwedê biryar dan ku li temburê bixin û bilîzin. Tembûr amûreka mûzîkê ya kevnar e û di dema muzîka wan de ruh (giyan, can) bandor dibû û dest pê dijîya. Tembûr lûteka kurdî ye, amûreka kevnar e ku ji sê hezar sal beriya zayînê ve li Mezopotamyayê hebû.

Dûmahik heye

Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner û nivîskar

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
622 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:54:02
x