Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê

Piştî serdaneke fermî ya durojî ji bo Tehranê, Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê.

08.05.2024, Çar - 10:02

Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Piştî serdaneke fermî ya durojî ji bo Tehranê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh evarê vegeriya Hewlêrê.

Li dû zanyarên Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya durojî ji bo Komara Îslamî ya Îranê de bi Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetula Eluzma Seyîd Elî Xamineyî, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Emîndarê Civata Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê General Hisên Selamî re civiya.

Di civîn û hevdîtinên xwe yên bi serkirde û berpirsên bilind ên Îranê re, Nêçîrvan Barzanî danûstandin li ser peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê re û alîkariyên hevpar ên navbera her du aliyan kirin û xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina peywendiyan tekez kir.

Serokê Herêma Kurdistanê  di kongireyekî rojnamevanî de jî li Tehranê behsa naveroka hevdîtin û civînên xwe yên bi berpirsên bilind ên Îranê re kir û amaje da ku qonaxeke nû ji peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Şanda Serokê Herêma Kurdistanê ji Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma kurdistanê û hejmareke berpirsên din ên Herêma Kurdistanê pêk dihat.

 

Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:30:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x