Rıha: Bi çekan êrişî ofîsa DEM Partiyê hat kirin!

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi çekan êrişî ôfîsa DEM Partiyê hat kirin.

08.05.2024, Çar - 12:36

Rıha: Bi çekan êrişî ofîsa DEM Partiyê hat kirin!
Nuçe Belav bike

Bûyerê îro berê sibehê derdoha saet 03:30î li Taxa Meydanê rû da û 14 gule li paceyên ofîsê ketin.

Piştî îxbarê polîs çûn cihê bûyerê û wan li nava ofîsê lêkolîn kirin.

Li hêla din, heta niha nasnameya êrişkaran nehatiye tesbîtkirin.

Di hilbijartinên 31ê adarê de DEM Partiyê li Bêrecûkê ji sedî 56ê dengan standibûn û bûbû partiya yekem.

Mehmet Begîtê ku endamê DEM Partiyê bû û bûbû serokê Şaredariya Bêrecûkê lê piştî demekê ji DEM Partiyê îstifa kiribû.

Rêxistina Bêrecûkê ya DEM Partiyê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku li avahiya wan xisara madî çêbûye.

DEM Partiyê diyar kir ku xizmên Mehmet Begît rêvebirên partiyê tehdîd dikirin û paşê jî vê êrişê rû daye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x