Ji bo 17 bajarên bakurê welêt hişyarî!

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 17 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

06.05.2024, Pts - 12:30 [ Güncellenme: 06.05.2024, Pts - 12:32 ]

Ji bo 17 bajarên bakurê welêt hişyarî!
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ragihand ku demjimêrên êvarê dê li parêzgehên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

Herwiha li parêzgehên Hatay û Osmaniyeyê yên Tirkiyê jî barana gur dibare.

Li Bakurê Kurdistanê pileyên germê di navbera 3-5 pileyan de dadikevin hewa sar dibe.

Li bakurê bajarên Serhedê li herêmên ji 2 hezar metreyan bilindtir jî berf û baran bi hev re dibarin.

Saziya Keşnasiyê ji ber barana gur hişyariya lehî, brûsk, ba, bahoz, zîpik û pirsgirêkên trafîkê da û ji xelkê xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Herwiha ji bo bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê û bajarên Qeyserî, Yozgat û Nevşehîrê yên Tirkiyeyê hişyariya qerisîna berhemên çandiniyê hat dayîn û ji cotkaran hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:24:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x