HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku 9ê Adarê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

17.04.2024, Çar - 09:15

HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir
Nuçe Belav bike

HPGyê ragihand ku van her du gerîlayan li Başurê Kurdistanê li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Bêrîtan Şemsê: Navê wê yê fermî Zeynep Yakut e û ew ji bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Garzan Tolhildan: Navê wî yê fermî Garzan Şêx e û ew ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Bêrîtan Şemsê sala 2014 û Garzan Tolhildan jî 2017an tevî refên gerîlayan bûye.

Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:03:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x