Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III

Di destpêka 1900 î de bi navê “Jon Tirkan” jî di nav Osmanîyan de grûbek dest bi tevgerê dike. Ji ber ku di van deman de împaratorîya Osmanî li ber belavbûnê ye. Osmanîyan hemû axa ku li Balkanan di dest deye wenda kirîye. Seranserê axa ereban wenda kirîye. Di destê Osmanîyan de Kurdistan maye. Miletê Kurd û pir kêmhateyên di nav Osmanîyan de bi ruhekî milî doza miletbûnê dikin. Jon Tirk jî beşek ji vê ne.

Şeyhmus Ozzengîn

08.05.2024, Çar | 13:04

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III
Nêrîn Belav bike

Piştî têkçûna berxwedana Şêx Ûbeydullah Nehrî, çend salek bêdengî dikeve nav tevgera Kurd. Bi destpêka sala 1900 î re carek din kurdperwer dest bi tevgerê dikin. Hêdî hêdî li ser durişma ‘‘Kurdistan ji bo Kurdan“ hişmendîyek kurdewarî ava dibe, ku xwedîyê vê hişmendîyê, vê carê piranî kurdên ciwan û xwende ne. Ev pêl bi pêla „Jon Tirkan“ re destpê dike. Ev dîrok, destpêka 1908, bi destpêka meşrûtîyetê ve ye.

Ji 1904 an ve Kurd dest bi avakirina komele û sazîyên Kurd dikin. Bi vê re helwesta kurdperweran diqulibe ser xetek polîtîk. Ji vê demê heta 1923 an bi dehan komele û sazîyên kurdan cûre cûre ava dibin, rojname dest bi weşanên xwe dikin. Fikrekî kurdewarî di nav kurdan de zînde dibe.

Ji 1880 î virde, di nav osmanîyan de serhildanên welatên ereban destpê dike. Ji Misir, Tunus heta Cezayîrê, di van serhildanan de osmanî axa ereban radestî kolonyalîstên Fransa û Brîtanya dikin. Di nav ereban de xerca hevgirtinê ne miletperwerîye. Ji dêlva miletperwerîyê, ereb li derdorê motîfên îslamê hevûdû digirin. Îslam ji bona hevgirtina civatê dibe xercek hevgirtinê. Ez dikarim bêjim ku bingeha miletperwerîya ereban ne çand û zimanê ereban, lê ola îslamê ye. Di vir de berxwedana Omer Muxtar ku “pirtûka pîroz” ji xwe re wek rehber dide nîşan mînakek e.

Di destpêka 1900 î de bi navê “Jon Tirkan” jî di nav Osmanîyan de grûbek dest bi tevgerê dike. Ji ber ku di van deman de împaratorîya Osmanî li ber belavbûnê ye. Osmanîyan hemû axa ku li Balkanan di dest deye wenda kirîye. Seranserê axa ereban wenda kirîye. Di destê Osmanîyan de Kurdistan maye. Miletê Kurd û pir kêmhateyên di nav Osmanîyan de bi ruhekî milî doza miletbûnê dikin. Jon Tirk jî beşek ji vê ne.

Bi serkêşîya Şêx Ebdulselam Barzanî, şêxên berzan tevgerê dihonin. Şêx Ebdulselam têkilî bi Ebdûrrezaq Bedirxan, Sîmkoyê Şîkakî û endamên din yên rêxistina

Kurd re datîne, ku di demek kurt de tevger destpê bibe. Program, daxwaz û hedefên tevgerê derdikevin holê. Osmanî mala Şêx Ebdulselam dorpêç dikin û di gerîna malê de hinek dokumentên tevgerê bidest dixin. Bi vî rengî haya osmanîyan bi tevgerek nû çêdibe.

Li gor van agahîyan, osmanî bi artêşek mezin û bi çekên giran derdora herêma Berzan dorpêç dikin. Serleşkerê artêşa Osmanî Suleyman Nazîf e. Suleyman Nazîf, Kurdekî wîyata Xerpêtê bû û di 1914 an de bibû walîyê Mûsilê. Bi destê vî kurdê şîrheram Şêx Ebdulselam têt girtin û dardakirin. Yek ji wê rûreşîyê jî ew bû ku berî bibe walîyê Mûsilê, wek kurdperwerekî di rojnameya „Kurd Teavvun û Terakkî“ (Rojnameya Arîkarî û Pêşveçûn a Kurd- 1909) de nivîskar bû! Bi vê munasebetê raperîna Berzan jî têk diçe.

Di dema Siltan Abdulmecîd de yekem car bi devê paşayekî Osmanî navê „Jon Tirkan“ têt bikaranîn. Ev grûb wek muhalîfên împaratorîyê didin naskirin. Lê di hedefên „Jon Tirkan“ de hilweşandina dewleta Osmanî û avakirina dewletek nû tine ye. Tenê bi reforman guhertina dewleta Osmanî ji xwe re kirine armanc.

Hemû kadroyên vê tevgerê li Ewrûpa û Misrê li surgûnê ne. Yek ji van „Tirk“ nine. Dema ku em navê beşek ji van kadroyan bînin ziman emê bibînin ku Kurd, Arnawut, Çerkez, Ermeni, Boşnak, Ereb, Tatar û wd.in.

Li nava mêze bikin; Abdullah Cevdet, Abdurrahman Bedirhan, Ahmet Rıza, Ahmet Fazlı, Ahmet Ferig, Ahmet Kemal, Ahmet Lütfullah, Ahmet Niyazi, Ahmet Saib, Ali Fahri, Ali Fehmi, Ali Haydar, Ali ŞefkatiBahaeddin Şakir, Derviş Hüma, Edhem Ruhi, Emir Şekib Arslan, Halil Ganem, Hüseyin Tosun, Hüsrev Sami, Hüseyinzade Ali, İbrahim Temoİshak Sükûtiİsmail Canbulatİsmail Enver Beyİsmail Kemal, Mahmut Celaleddin Paşa, Mahir Said, Mehmet Ali Halim Paşa, Hacı İbrahim Paşazade Hamdi, Tarsusizade Münih, Tunalı Hilmi.

Dewleta Osmanî raserî hilweşandinê hatîye. Di destpêka 1900 an de, li pir herêman desthilatdarî wenda kirîye. Miletên ku di bin desthilatdarîyê de mane jî cûre cûre ne. Helwestek wan ya hevpar jî tine ye. Osmanî têgehek hevpar bû, ew jî raserî hilweşandinê ye. Ji ber wê jî munaqeşeyên olî û miletbûnê li qadê derketine û geş dibin.

Miletên ku li ser axa Osmanî, di bin desthilatdarîya osmanîyan de mane, di wê demê de ji bona ku ola xwe serbest bijîn, ji miletbûnê bêtir ol derxistine pêş. Ji ber ku Kurd misilman bûn, tercîha wan bi hîlafet û osmanîyan re her derketîye pêş miletbûna wan. Helbet Kesayetîyên wek Emîn Elî Bedirxan ku ji daxwaza dewletbûnê tawîzê nade jî di nav kurdan de hebûn û her li ber xwe dane. Ez karim bêjim di nav wan boranan de her miletî li ber xwe daye, ku çarenûsa xwe dîyar bike. Ev fikir jî di nav xwende û rewşenbîran de zînde bû.

Li ser parastina bipaş de anîna „Qanûn î Esasîye“ ku carek din rejîma „meşrûtî“ bipaş de vegere, di nav wan de cûdabûn çêdibe. Di nav „Jön Tirkan“ de grûbek bi navê İttihat ve Terakki“ ji wan vediqete. Ev grûb, grûba herî bibandor bû di nav „Jon tirkan“ de. Ev grûb, pêşî bi navê „İttihad-ı Osmanî Cemiyeti“, di sala 1889 an de têt damezirandin. Bi piranî kadroyên wan ji „esker î Tibîye, xwendevanên Herbîye û Genc Subaylar“ grûbî bûn. Yên ku di 1908 an de pêşengîya ji nûve bipaşde anîna „Nîzama Meşrûtî“ de serkêşî kirine ev grûbe. Ev grûb têt îktîdarê, cîh ji xwe re berfireh dike. Lê di nav vê grûbê de jî dendikek taybet, ku bi navê „genç Sûbaylar Grûbû“ têt binav kirin, dest bi jenosîda miletên ne misilman dike. Di nav van de yekem hedef Ermenî ne. Pêşî ji Klîkya (Hatay, Adana, Mersîn) komkujîya Ermenîyan destpê dike. Heta ku têt 1908 an, Osmanîyan herêma Klîkya bicarekê de ji Ermenîyan safî dikin.

Ev grûb, bi navê ‘‘İttihat ve Terakki Fırkası“ Partîyekê ava dikin. Di 1913 an de, bi kudetayek leşkerî îktîdarê zeft dikin û dibin îktîdar. Ev grûb di şerê 1.em yê cîhanê de îktîdar e. Bi Almanan re tîfaqê çêdikin. Serkêşîya Artêşa xwe radestî generalekî Alman dikin. Li gor stratejîya Elmanan a Kafkasya, gelek kadroyên leşkerî ji vê grûbê dişînin Kafkasya şer. Di nav van de Enwer Paşa, Talat Paşa, Şevket Sureyya Aytemir jî hene.

Tam di vê demê de Mele Selim, di nava honandina tevgerek nû a miletê Kurd de ye. Mele Selîm, rewşenbîrekî Kurd, zana û kesayetîyek pêşîya xwe dîtî û serwextê demê ye. Di nav miletê Kurd de Mele selîm, wek şexsîyetek ‘‘Şêx Selîm, Xalîfe Selim û Mele Selîmê Dimilî“ têd nas kirin.

Mele Selim, li henberî zordarîya Îttihat û Terakî, li Bedlîsê û derdorê wê dikeve nav honadina tevgerê. Di sala 1913 an de Bedlîsê û gelek navçe û gundên Bedlîsê azad dike. Mele Selîm, bi hevalbendên xwe re li Bedlîsê civînekê lidar dixe. Di civînê de ji hevalbendên xwe re dibêje: „Divê em ermenîyan jî agahdar bikin û alîkarîyê ji wan bixwazin. Ji ber ku îro ji bo qirkirina miletê Kurd ferman hatîye dayîn, lê ewê sibê jibo ermenîyan jî fermanek bidin.“

Bi cemaeta ermenîyan re dikevin dan û stendinê, civînek hevbeş lidar dixin. Di civînê de ji nûnerên ermenîyan re dibêjin; „Nîyeta Îttihad û terakîyê ewe, ku dema kurdan xelas bikin, ewê vegerin ser we û dest bi komkujîyê bikin. Îro hedef emin, dê sibe jî dor were we.“

Mixabin ermenî guh nadin gotinên Mele Selim û hevalbendên wî. Civata ermenîyan li dij pêşnîyarên Mele Selim û hevalbendên wî derdikevin û li gel Îttihad û Terakî cîh digirin. Nûnerên ermenîyan sebebên piştgirîya xwe a bi Îttîhad û Terakî re vê tînin ziman; „Ji ber ku Îttihad û Terakî dixwaze sîstemek laîk ava bike, ku ji ber wê yekê jî emê bi wan re bixebitin û alîkarîya wan bikin.“

Serhildan a li herêma Bedlîsê a bi navê Mele Selîm ku derbasî dîrokê bûye destpê dike.

Îttîhad û Terakî, dewleta Osmanî, bi çek û artêşek giran herêmê dorpêç dike û şer didome. Tevger dişkê, Mele Selim û beşek bi hevalên xwe re xwe radestî konsolxaneya Ûris a Bedlîsê dikin.

Di vê serhildanê de kurdan, bi ti haweyî zerar nedane ermenîyan.

Mele Selim, di dema şer de talîmatê dide hevalên xwe û biryarê distîne ku; „Bila tu kes zirarê nede gelê Ermenî. Dema ku hûn di nav bajar û gundan re derbas dibin, tu tiştekî bêberanber ji ermenîyan negirin. Li her derê bi hurmet tevbigerin. Ew kesên ku li gor talîmatê tevnegerin wê bi cezaya giran were dadgehkirin.“

Di vî şerî de Îttihad û Terakî, li dij kurdan biser dikeve. Mele Selim, bi hevalbendên xwe re radestî Îtîhad û Terakî nabe, derbasî konsolxaneya Ûris dibin. Di 1914 an de Şerê 1.em yê cîhanê despê dike. Di navbera Dewleta Ûris û Osmanîyan de şer destpê dike. Artêşa Osmanî davêje ser konsolxaneya Ûris, Mele Selîm û hevalên wî êsîr digirin. Di heman demê de Mele Selîm û hevalên wî li pêş konsolxeneya Ûris dardadikin.

Çavkanî:

1-Mehmet Rêzan Ekinci, Nûbihar

2-Siraç Oguz, Mêrxas û Neteweperwerê Kurd Mele Selim, Bernamegeh.

3-Bitlis İsyanı, Prof. Celilê Celîl.

4-Emerican Philanthropy and Women’s Education Exported, Andre Walton.

(Wê bidome)

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:50:31

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x