Îraq di derheqa petrol û berhemên xwe de biryarekê dide ku Herêma Kurdistanê jî vedigire

Civata Wezîrên Îraqê dicive û hejmareke biryaran dide, yek ji wan biryaran jî girêdayî petrol û berhemên wê ye ku Herêma Kurdistanê jî vedigire.

08.05.2024, Çar - 10:08

Îraq di derheqa petrol û berhemên xwe de biryarekê dide ku Herêma Kurdistanê jî vedigire
Nuçe Belav bike

Civata Wezîrên Îraqê duhî (Sêşem, 07.05.2024) bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civîna xwe ya 19ê kir û tê de zêdebarî danûstandinan li ser çend pirsên giştî yên girêdayî Îraqê û çend dozên warên cuda cuda, hejmareke biryaran jî derxist.

Civata Wezîrên Îraqê di xala şeşê de biryar li ser pejirandina raspardeyên lijneya fermana dîwana hejmar sê yên sala 2024ê yên girêdayî Parzinîngeha Weberhênanê ya Kerkûkê û bicihanîna raspardeya Fermangeha Qanûnî li Emîndariya Giştî ya Civata Wezîrên Îraqê di wî warî de da.

Di xala şeşê de hatiye, “Wezareta Petrolê alîkariya weberhêneran dike ji bo bidestxistina piştevanî û paldana pêdivî ji wezaretê û desthelata weberhênanê û wezaretên din ên peywendîdar, bi merema bileztirkirina damezrandina wê pirojeyê; ji ber giringiya wê di dabînkirina petrolê de ji bo parêzgehên bakur û Herêma Kurdistanê û pêşxistina parêzgeha Kerkûkê ji aliyê aborî ve”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:49:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x