HPG: Gerîlaya ku ber lehiyê ket canê xwe ji dest da

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîlayeke wan li Xakurkê li ber lehiyê çûye û canê xwe ji dest daye.

20.04.2024, Cts - 19:48

HPG: Gerîlaya ku ber lehiyê ket canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye li ser gerîlaya xwe ya ku canê xwe ji dest daye daxuyaniyek belav kir.

HPGyê di daxuyaniyekê de ragihand ku 7ê Nîsanê li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê gerîlaya wan Zelal Yilmaza bi nasnava Berjîn Canda li ber lehiyê çûye û canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku Zelal Yilmaz li navçeya Xinûsê ya Erziromê ji dayîk bûye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, Zelal Yilmaz 2015an li Rojavayê Kurdistanê tevlî refên gerîlayan bûye.

Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:31:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x