‘Bêdengiya fermî’ ya Erdogan û Ozel: Gelo sedem PKK ye?

Rojnameger Alî Bîlge di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ya ku Şeytan Dibêje Bibîne” de sedemên “bêdengiya fermî” ya piştî hevdîtina Erdogan û Ozel nivîsîn.

08.05.2024, Çar - 09:58

‘Bêdengiya fermî’ ya Erdogan û Ozel: Gelo sedem PKK ye?
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, 2yê ve mehê hevdîtinek kir.

Hevdîtina wan di medyaya Tirkiyeyê de gelekî hat nîqakirin û nirxandin lê heta niha jî li ser naveroka vê hevdîtinê ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

Erdogan demên dawiyê gelek peyaman dide ku dê vê havînê li Başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh bibin ser PKKyê.

Erdogan û şandeyeke wî ya ku ji gelek wezîr û rayedaran pê dihat 22yê Nîsanê çûbûn Bexdayê û hatibûn Hewlêrê.

PKK yek ji mijarên herî sereke yên serdana Erdogan a Îraqê bû.

Îraqê, adara îsal piştî hewlên zêde yên Tirkeyeyê PKK wekî “rexistineke qedexekirî” nas kiribû lê Tirkiye dixwaze niha jî Îraq PKKyê wekî “rêxistineke terorê” nas bike.

Rojnameger Alî Bîlge di nivîsa xwe ya di artigerçekê de behsa serdana Erdogan a Îraqê û armancên Tirkiyeyê yên ji bo şerê bi PKKyê re kir.

“Gelo tevgera leşkerî hat axaftin?”

Alî Bîlge diyar kir ku piştî hevdîtina Erdogan û Ozel “bêdengiyeke fermî” heye û pirsî “Gelo tevgera leşkerî ya ku Tirkiye difikire li Îraqê encam bide hatiye axaftin?”

Alî Bîlge qala 26 projeyên ku di navbera Tirkiye û Îraqê de hatine îmzekirin kir û diyar kir:

“Ji bo Tirkiyeyê mijara herî girîng helwesta Hikûmeta Îraqê ya li hemberî PKKyê bû.”

Rojnameger Bîlge daxuyaniya Ozgur Ozel a bi rengê, “Em dê li Tirkiyeyê peywira xwe ya mixalefetê bi cih bînin lê dema em çûn derveyî welêt jî em partiya Tirkiyeyê ne” û got:

“Bi ya min ev daxuyanî operasyonên Tirkiyeyê yên li derveyî Tirkiyeyê jî li xwe dihewîne.”

“Gelo wan ji bo operasyonê li hev kiriye?”

Alî Bîlge amaje pê kir ku li gorî daxuyaniyên Erdogan û rayedarên din, “Îsal şerekî berfireh bi benda Tirkiyeyê ye” û da zanîn:

“Piştî hevdîtina Erdogan û Ozel ti daxuyaniya fermî nehat dayîn lê gelo ‘atmosfera biharê’ ya ku hat avakirin ji bo operasyona biharê ye?

Gelo wan li ser operasyona ku dê li Îraqê were kirin li hev kiriye?”

 

Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:23:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x