Gelo wê serokatîya Trump, li henber Îranê çawa tevbigere?
Gelo wê serokatîya Trump, li henber Îranê çawa tevbigere?
Ev pirsek girîng e û bi milîyaran mirov li benda bersîva vê pirsê ne.
Gelob ê ku Rojhilata Navîn ji nû ve bêt dîzaîn kirin, avakirina xeta Abraham ya Enerjî û bezirganîyê mukûne an na?
Wek ku em dizanin, di dema yekem a serokatîya Donald Trump de, bandor li ser aborîya Îranê hat şidandin û ambargoyek berfireh anî ser Îranê, Peymana Atomê jî hat îptal kirin. Ez dikarim bêjim ku pişta aborîya Îranê şikand.
Gelo wê kabîneya serokatîya Trump, bi hindikî (maksîmûm) vê metodê tercîh bike, an wê hewla hilweşandina rejîmê îslamî bide ber xwe? Eger rêya yekem bidomîne, divê Îsraîlê jî îkna bike. Ji ber ku qenaeta îsraîlê ewe ku ‘‘ev rejîma tûnrev hilneweşe, aşitî nayê Rojhilata navîn û ji Îsraîl re jî rehetî çênabe“. Ku gava yekem bêt tercîhkirin, wê molayên îranê nefesek kûr bigirin, lê wê ewlehîya îsraîlê di bin bandora tehlûkê de bimîne. Dawî li tundûtûjîya ku ji roja dewleta Îsraîl ava bûye û heta niha bibandor li ser gelê Îsraîlê dimeşe bidawî nayê.
Hinek derdorên Trump tînin ziman ku, ‘‘wê Trump bi guhertina rejîma Îranê ve leqeder nebe“. Ev jî tê wateya ku bê ku rejîma Îranê hilweşîne, wê li çareserîya pirsgirân bigerin. Di vir de pirsek din derdikeve ber me; gelo, bê ku rejîma Îranê bêt hilweşandin û dawî li hêzên wekaleta terorê a bi ser Îranê ve were, wê kabîneya Trump û sîyaseta derva a Emerîka çawa aşitîyê bîne Rojhilata Navîn?
Ji ber ku Trump di axivtinên xwe de her „anîna aşitîyê ji bo Rojhilata Navîn“ wek armancekê ji dengdêrên Emerîkî re anîbû ziman. Ji bona lihevhatinek berfireh bi Îranê re, divê bingeha vê lihevhatinê bêt amadekirin:
Hîn Kanala Suweyşê-pêngava Bahrasor di destê Hûsîyên Yemenê de ye. Şerê Hamas-Hizbûllah û Îsraîlê berdewam e. Rojê bi dehan mûşekan davêjin nav axa Îsraîlê. Îsraîl hemû bingehên van tevgeran kirîye hedef ji xwe re û êrîş dike. Rewşa axa rejîma Sûrîyê û hebûna Hizbûllah û milîsên bi ser Îranê ve li ber çava ye. Car car hinek ji hêzên Haşdî Şabî ji İraqê êrîşan tînin ser binkeyên Emerîka û Îsraîlê. Di herêmê de quwetek mezan a çekdar di bin emrê Îranê de, li ser esasên tunekirina Îsraîlê, pirbsiçek, tevdigerin. Bê ku çavkanîyên van hêzan bêt zûhakirin, wê çawa aşitî li Rojhilata navîn bêt avakirin?
Kanîya van tevlihevîyan îran û geşkirina ‘‘stratejîya şoreşa Îslamî“ bi xwe ye. Yên ku van hêzan xwedî dike, pirçek dike û raserî Îsraîlê dike rejîma îslamîst a Îranê bi xwe ye. Bi hebûna van kirin û armancên Îranê re, li Rojhilata Navîn dîzaînek nû nayê kirin û garantîya avakirina xetên nû yên enerjîyê û bezirganîyê jî wê ne di ewlehîyê de bin.
Piştî bi sedan êrîşên mûşekên balîstîk yên ser Îsraîlê re, Îsraîl êrîşek sînorkirî anî ser Îranê. Di 26 ê Cotmehê de Îsraîlê, bi 104 balafirên şer yên wek F15, F16 û F35 êrîşek sînorkirî anî ser hinek binkeyên Îranê. Îsraîl di vê êrîşê de sîstema S300 a parastina ezmanî ku ji Rûsîya tedarik kiribû hilweşand. Navenda çêkirina mûşekan bû hedef ji Îsraîlê re û zerarek mezin da vê navendê jî. Lê piştî êrîşên Îsraîlê molayên şoreşa Îslamî sûnd xwerin ku wê Îsraîlê bêbersîv nehêlin. Lê heta niha ti tevger ji Îranê derneketîye holê!
Donald Trump, di vê demê de bi ekîbek baskê bazan dadikeve Rojhilata Navîn, nav vê alozîyê. Çavê dinyayê û hêlên eleqeder li Serokatîya Emerîka û vê ekîba nû ye. Ji du hêlan de hêvî têt xwedîkirin; hêlek şer naxwaze û bi dan û stendinan dixwazin pirsgirêkan çareser bikin. Hêla din pir baş dizane ku bi dan û stendinan, bê şer Rojhilata Navîn ji van alozîyan ne mumkûne ku rizgar bibe. Îran bi xwe jî, ji hatina Donald Trump û kabîneya nû a Emerîka çavtirsandî bûye û doza dan û stendinan bi Emerîkayê re dike.
Rojhilata Navîn, xwedî fay ek jikestî ye. Ji Lîbya destpê dike û heta Efganîstanê; Sistem hilweşîyan e û di nava piranîyên dewletan de şerê navxweyî heye. Asta bezirganîyê di astek metirsîdar de ye. Rêyên bezirganîya nevnetewî, dibin bandora hêzên terorê de ye. Îran bi xwe van hêzan xwedî dike. Gelo bê ku ev rejîm bêt hilweşandin, wê çawa Îsraîl û Emerîka razî bibin ku bi vê rejîma Îranê re lihev werin? Di van şertan de bersîva vê pirsê bi min ne mumkûne.
Ji ber du sebeban ne mumkûne:
1-Di civîna dawî ya 7 Zirpoşên dinyayê a li Hindistanê de biryarek xeta bezirganî û enerjîyê a nû hat dan. Ev xet, ji Hindistanê destpê dike, tê Xelîca ereban, di nav welatên ereban yên Kendava Erebî re derbaüsî Îsraîlê dibe, Îsraîlê dike pirek enerjîyê û bezirganîyê û di ser Yewnanîstanê re derbasî Ewrûpa û İngîlîztanê dibe. Ev xet 2 milîyar mirovan eleqeder dike.
2-Ji bona ku ev xet a Ebraham bêt avakirin, divê ji hêla sîyasî û ewlehîyê de herêm ji nûve bêt dîzaîn kirin. Ev jî têt maneya ku, bê neşterek xurt a j nûve dîzaînkirinê û guhertinê, ev ewlekarî û aşitîya ku em li bendê ne nemumkûne ku bêt avakirin. Di vir de Pirsa Felestîn û pirsa Kurdistanê, du pirsgirêkên divê bên çareser kirin e. Divê Îsraîl jî nefesek kûr bigire û ji bandora alozî, tehdîdên terorê û ji êrîşên têkbirinê bêt rizgar kirin. Ev gava duyem a sîyasî ye. Bê gava duyem, ne mumkûne ku gava yekem jî bêt avakirin.
Miletê Kurd, li ser axa xwe, di navbera çar dijminande hatîye perçekirin û parvekirin. Di navbera 60-70 milîyonî de bê dewlet, bê mafê xwe birêve birinê û perwerda bi zimanê xwe ye. Grûba herî mezin a bê dewlete di asta cîhanê de. Aktorên dinyayê, êdî nikarin ji pirsa Kurd û Kurdistanê re çav û guhên xwe bigirin. Ev pirs yek ji bûhranên mezin yên herêmê ye.
Li benda çareserîyê ye.