Birca Demokrasîyê Parlemento ye!

Li Başûrê Kurdistanê hêvîya miletê Kurd û Kurdistanîyan ji birca demokrasîyê çi ye?

Şeyhmus Ozzengîn

21.10.2024, Pts | 16:08

Birca Demokrasîyê Parlemento ye!
Nêrîn Belav bike

Parlementoya Kurdistanê, îradeya herî bilind a miletê Kurd û Kurdistanê ye. Parlementoya Kurdistanê çawa dikare desthilatdarîyê bigire destê xwe, çalak be û xwedîyê bandorek siyasî a biryargirtinê be?

Li herêma Kurdistanê, ji bona hilbijartinên parlemento ya Kurdistanê, di 20.10.2024an de hilbijartin pêkhatin. Hilbijartin, hin di dema propaganda û çalakîyên siyasî de û hin di roja hilbijartinan de bi şîveyek demokratik û aşitîyane de pêkhat.

Demek ku di seranserê Rojhilata Naverast û hawîrdorên herêma Kurdistanê de pevçûn, şer, alozî û buhranên sîyasî geşdibin de; herêma Kurdistanê carek din pejirand ku mînakek girîng a jîyanek piralî, dimokratîk û aşîtîxwaz e. Di avakirina van hest û helwestan de, hêza netewî-milî a miletê Kurd, carek din pejirand ku ew garantorên van hêjayîyên herêma Kurdistanê ne.

Hilbijartin bi beşdarbûna pileyek bilin a dengdêran (%72) pêk hat. Endamên parlementoya Kurdistanê hatin hilbijartin. Ji bona di vê dema têrbahoz û boranên sîyasî yên herêmê de, Parlementoya Kurdistanê erkên xwe bîne cîh û bibe îradeyek sîyasî a erkên rêvebirinê ji bona niştecîhên herêma Kurdistanê, divê çi bên kirin?

Heta niha, li herêma Kurdistanê îradeya sîyasî ne li parmentoyê bû û parlementoya Kurdistanê wek îradeyek sîyasî a herêma Kurdistanê ne xwedî temsîl bû. Hêza sîyasî, îradeya sîyasî a xwedî biryar li dervê Parlementoyê bû. Ev her bû sebebê bêhêzkirina îradeya gel a ku li parlementoyê têt temsîl kirin. Parlemento, biryar digirtin û ew biryar li ser kaxizan dima. Îradeya sîyasî a ku li dervê parlementoyê xwedî helweste, ew îradeya biryar girtinê a parlementoyê binpê dikir. Parlemento bê erk dima. Ev bêbandorkirina îradeya gel a ku li parlementoyê têt temsilkirin bû. Heta sîstema parlemento xurt nebe, nebe xwedî îradeyek biryargirtinê a derbasbûna van biryaran ji bona jîyanê, wê parlementoya Kurdistanê bê erk û bê bandor be. Ev jî têt maneya binpêkirina îradeya milet bi xwe.

Ji bona çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li ber herêmê, divê parlemento xwedîyê îradeyek hevgirtî a sîyasî be, ku bikaribe biryarên xwe derbasî jîyanê bike.

Çi pirsgirêk li pêşîya Qebîneya nû a Parlementoya Kurdistanê ne?

Yekem: Divê Parlementoya Kurdistanê di rûniştinên pêş de, ji bona herêmên xaka Kurdistanê, yên li gor madeya 140, ku li hêvîya referandûmê ne, biryarê bigire û zorîyê bide Parlementoya İraqê, ku ev referandûm roj berî roj bêt çêkirin û pêşî li guhertina demografîya herê bêt girtin.

Duyem: Yekkirina hêzên pêşmergên Kurdistanê û avakirina artêşek milî a Kurdistanê ye. Di vê astê de, bi salan e kar dimeşe. Mixabin hîn ev erk tam bicîh nebûye. Divê hemû hêzên sîyasî yên xwedîçek, bên bêçekkirin û di bin komandarîya artêşek milî de bên bi rêk û pêk kirin. Ev erk bê şik, li pêşîya Parlementoya Kurdistanê ye.

Sêyem: Ji holê rakirina duherêmî a herêma Kurdistanê ye. Ev duherîmî, du serîyên sîyasî derdixe ber me, ku ji Kurdistanek navend û xwedîhêz re pirsgirêkek mezin e. Xaka Kurdistanê û niştecîhên herêma Kurdistanê, di navbera du hêzên sîyasî de hatîye dabeşkirin. Ev nayê qebûlkirin. Têkbirina îradeya hevgirtî ya milî a herêma Kurdistanê ye. Sebebê qeyranên xizmetguzarî û birêvebirinê bi xwe ye jî. Astek xerab a dadgehê-hiqûqî û asayîşê jî bi xwe re tîne û îradeya sîyasî a sazîyên hikûmetê bêbandor dike. Divê ev dualîtî ji holê rabe.

Çarek: Di herêmek yek parlemento de du hêlên asayîş û Îstîhbaratê nayên qebûlkirin. Divê ev ji holê rabe, yek dadgeh, yek asayîş û yek îstîhbarat esas bêt girtin. Ev jî erkê Parlementoya Kurdistanê ye. Di bikaranîna îradeya biryargirtinê de, divê Parlementoya Kurdistanê vî erkê xwe bîne cîh.

Pêncemîn: Demek dirêje li ser destûra herêma Kurdistanê xebat dimeşin. Mixabin negihîştîye astek pejirandinê. Divê Parlementoya Kurdistanê, dastûra Kurdistanê amade bike û bibîryar bibe ber dengdana referandûmê û bipejirîne. Herêma Kurdistanê, ev 21 sale, wek herêmek federal, fermi hatîye avakirin. Ev herêma federal, bê destûr nabe ku bêt hiştin.

Ji bona bicînkirina van biryaran divêtîyek bi îradeyek xurt a Parlementoya Kurdistanê heye. Divê biryargirtin ji kulîsên veşartî, pişt perdê derkevin û ev erk, bibe erkê Parlementoya Kurdistanê. Ji ber ku îradeya herî bilind a îradeya miletê Kurd, Parlementoya Kurdistanê temsîl dike. Divê ev temsîlîyet, xwedî erk û çalak be.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1868 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:35

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x